Hersê jinên şoreşger li Mexmûrê hatin bîranin 2021-01-06 12:28:42     MEXMÛR - Li Mexmûrê ji bo hersê jinên şoreşger ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, merasîmekî bîranînê hat lidarxistin. Her wiha li ser têkoşîna hersê jinan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve sînevizyonek hat nîşandan.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hersê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku di 9'ê çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, bi merasîmekî hatin bibîranîn. Her wiha li ser têkoşîna hersê jinan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve sînevizyonek hat nîşandan. Berî merasîm dest pê bike di şexsê Sakîne Cansiz de ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.   Endama Saziya Malbatên Şehîdan Xatûn Spêrtî di merasîmê de axivî û got: "Di 9’ê çileyê de di dema muzakereyan de dema ku hevdîtin bi Rêber Apo re dihat kirin, bi bêbextiyekê pêşenga Gelê Kurd, mejiyê Gelê Kurd, koka ji tarîbûnê ber bi ronahiyê ve pêşengên jin rêheval Sara, Leyla û Fîdan hatin qetil kirin. Em di şexsê hersê şoreşgerên xwe de tevahî şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan di tewînin.    Heval Sara yekemîn hevala jin ku hevaltî ji serokatî re kiriye, di heman demê de yekemîn jin bû ku tevlî şoreşê bûye. Di darbeya 12’yê Îlonê de girtina heval Sara yekemîn darbe bû ji bo dagirkeran. Berxwedanî û têkoşîna di zîndanan de dayî meşandin weke jinek kurd minaka wê tuneye. Weke jinek kurd bihostek axa Kurdistanê nemabû ku heval Sara pêlê ne kiribû.    Bi fikir û remanên Rêber Apo di cîhanê de yekemîn car artêşbûna jinê hat avakirin, heval Sara pêşengtî jêre kir. Di her alî de têkoşînek da. Bi rêxistinkirina jinan, hem di aliyê civakî û hem jî siyasî de xebat daye meşandin. Carnan li Ewrdpa û carnan jî li çiyayên Kurdistanê bû. Ji ber ku ne çiya bê heval Sara îdare dikir û ne jî heval Sara bê çiya îdare dikir. Her wiha ji bo rastiya Gelê Kurd bi cîhanê bide femkirin xebat û berxwedanek bê hempa da meşandin."   Merasîma bîranîn bi dirûşmeyên "Şehid na mirin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.