Ajansa NuJINHA'yê dest bi weşanê dike 2021-01-06 10:23:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Weqfa Çandê ya Medyayê ya Jinê ya navenda wê Swêd e ew ê NuJINHA dest bi weşanê bike.    Bi pêşengiya Weqfa Çandê ya Medyayê ya Jinê ya navenda wê Swêd e ew ê NuJINHA îro dest bi weşanê bike. Ew ê NuJINHA wekî dengê jinên Rojhilata Navîn bi 5 zimanan weşanê bike.    Derbarê NuJINHA'yê de:   "Ji do heta îro dengê jinê NuJINHA..   Di dîrokê de bajarê ku bi destên jinê şên bû; Li Rojhilata Navîn serîhildana jinê wekî gulberojkê serê xwe ji binê axê derdixe û berê xwe bi rojê ve vedike.    Têkoşîna jinan a gewre ya li ser vê axê ji gelek jinên li cîhanê re bûye ronahî.    Pêdiviya piştevaniyê, ji bo jiyana jinê bi destên xwe ava kiriye hîn bêtir bê xuyakirin, ji bo jin destên xwe bigihêjin her jinên li her aliyê cîhanê jin careke din hatin gel hevdu.    Dê NuJINHA dest bi weşanê bike   Jinên rojnameger ên ji paşeroja xwe bi tecrube ne ji bo rastiyê û zimanekî nû derketin ser rê. Ew ê êdî dengê jinê dîwar û sînoran derbas bike. Ew ê NuJINHA bi xebata jinên li dû heqîqetê li dijî qalibên zayendperest û zimanê zayendperest derkevin pêşberî xwîneran.    Weşana bi 5 zimanan   Ew ê bi 5 zimanan weşan bê kirin   Ew ê bi Erebî, Farisî, Kurmancî, Tirkî û Îngilizî bêyî cudakariya ziman, ol, nîjadê her çîroka jinekê bê nivîsandin. Weqfa Çandê ya Medyayê ya Jinê ya navenda wê Swêd e   Bi pêşengiya Weqfa Çandê ya Medyayê ya Jinê ya navenda wê Swêd ew ê heqîqeta jinê li ser rûpelan bê parvekirin.   Wekî ajanseke nû hat destpêkirin   Jinên rojnameger wekî ajanseke nû dest bi rêwitiyê kir. Ew ê NuJINHA li cihên cuda yên Rojhilata Navîn bibe dengê jinê.    Hûn bi xêr hatin.."   Hûn dikarin bi vê lînkê : https://jinhaagency.com/kr