'Kujer Hisên Ebdo Ebas wê ji aliyê gel ve bê darizandin' 2021-01-06 09:06:19   KOBANÊ - Şêniyên Kantona Kobanê dê sibehê bi riya platformê kujerê bi navê Hisên Ebdo Ebas ku jina pê re zewicî û zarokê xwe qetil kir, darizînin. Endama Desteya Edaleta Civakî Rewşen Hacim diyar kir ku biryara cezayê şêniyên Kantonê dê bidin.    Di 22'yê Sibata 2020'an de jina bi navê Hûda El- Elî ya 26 salî û zarokê wê Azad Hisên yê 7 salî di saet 20:30'an de ji aliyê mêrê pê re zewicî Hisên Ebdo Ebas li daristana Kobanê hatin qetilkirin. Piştî ku lêpirsînên di derbarê cinayetê de bi dawî bûn, Desteya Edaleta Civakî ya herêma Firatê biryar girt ku sibehê di roja pêncşemê de platforma darizandina kujer were çêkirin. Her wiha li gor biryara Desteya Edaletê dê kujer Hisên Ebdo Ebas ji aliyê gel ve were darizandin û ceza lê were birîn.   Hêjayî gotinê ye ku wê Kongreya Star, Mala Jinê, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê, Meclîsa Edaletê, Dadgeha Gel, kujer, parêzer û malbata wî, malbata ku hatiye qetilkirin û parêzerê wan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi dehan ji şêniyên Kobanê cihê xwe di platformê de bigirin.    Di vê çarçoveyê de Endama Dîwana Desteya Edaleta Civakî ya herêma Firatê Rewşen Hacim ji ajansa me re axivî.   'Kujer Hisên Ebdo Ebas wê ji aliyê gel ve bê darizandin'   Rewşenê di destpêkê de behsa cinayetê û pilatformê kir û wiha got: "Kesê bi navê Hisên Ebdo Ebas jina pê re zewicî û zarokê xwe yê 7 salî di 22'yê Sibata 2020'an li daristana Kobanê qetil kir. Piştî ku me lêpirsînên di derbarê dozê de bi dawî kir, me biryar girt ku şêniyên Kobanê biryara cezayê li Hisên Ebdo Ebas bê birîn, bide. Ji ber vê sibehê roja pêncşemê em ê bi riya platformê cinayetê ji gel re rave bikin û ew ê biryarê bistînin. Li gor zagonên me hikum ji sê salan heta dawiya emrê xwe mayina di zindanê de heye, ji ber vê em li bendê ne ka wê gel çiqas sal lê bibirin."   'Em bawer in ku wê edalet pêk were'   Rewşenê bal kişand ser rêbazê platformê û got: "Ev cînayet gelek hovane bû û li Kobanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek li dij vê gelekî hatin dayin. Me jî ya herî rast ev dît ku gel bi riya platformê nêrînên xwe bînin ziman û biryarê bidin. Ev cara yekemîn e ku em vê rêbazê bi kar tînin, ji ber vê em bawer in ku encamên baş bigire û edalet pêk were."