‘Tevgerên sivîl ên girseyî hedef tên girtin’ 2021-01-06 09:04:10   ÎZMÎR - Parêzer Rûken Arslan diyar kir ku qanûna ku encamên weke, tayînkirina qeyûman a ji bo komeleyan û her wiha kontrola li ser civaka sivîl, wê derxîne holê, di esasê de ‘hewl dide ku pêşî li belavbûna tevgera sivîl a girseyî bê girtin û civaka sivîl bê bêdengkirin.’ Rûkenê her wiha daxuyakirin ku wê komele ji vir şûnde jî têkoşîna hiqûqî bidomîne.   ‘Qanûna derbarê Pêşîgirtina Fînansmana Belavbûna Çekên îmhakirina Girseyî’ li Meclîsê hat qebûlkirin. Di qanûna turik ya 43 xalî de, 6 xal qanûnê armanc dike, 11 xal jî raste rast rêxistinên civaka sivîl eleqeder dike. Ji Komeleya Rojava Mafê Mirovan Parêzer Rûken Arslan der barê mijarê de wiha got: “Wek ji navê armanca qanûnê jî tê fêmkirin, ev ne der barê fînansmana belavbûna çekên îmhayî yê girseyî ye, der barê îmhakirina civaka sivîl de ye.   ‘Bertekên me li dijî xalan e’   Rûkenê bi lêv kir ku qanûna ji meclîsê derbas bûye bi armancên cuda hatiye bikaranîn û wiha pê de çû: “Ev qanûn hîna tê bikaranîn û ev pêşnûme jî hinek tiştan li wê qanûnê zêde dike. Em rêxistinên civaka sivîl dibêjin ku ev qanûn ji derveyê armancên di bin navê xwe de, hinek armancên di hedef dike û ji ber vê jî em bertek nîşan didin. Bertekên me li dijî xalan e.”   ‘Komele wê di bin zextan de bin’   Rûkenê destnîşan kir ku bi ser rêxistinên demokratîk de tê û got bi vê sererastkirina nû re wê komeleya wan di bin vesayeta Wezareta karê Hundir de bimîne û ev tişt anî ziman. “Rêxistineke sivîl a civakî ya ku der barê mijareke jê gumanê dike û lêkolînê dike, ji civakê re agahiyê radigihîne, wê bi rîska, vekirina lêpirsîna wezareta karê hundir re bê rû hev. Di 2016’an de piştî hewldana darbeyê OHAL'ê hat îlankirin û bi OHAL’ê re komele saziyên civaka sivîl bê bandor man. Hemû Saziyên Civaka Sivîl yên li dijî binpêkirina mafan dengê xwe bilind dikin, di bin tehdîda darazê de ne.”   ‘Wê komeleyan bikin bin kontrolê’   Rûkenê daxuyakirin ku li gorî Qanûna Komeleyan, di dawiya salê de bi giştînameya ku didin amîrtiya îdareya mulkî re, kontrolek lê dihat ferzkirin, lê bi vê qanûnê re, dikarin bikevin bin kontrola wezareta karê hundir. Rûkenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî tê vê wateyê. Ji bo her quruşê ku komele digirin, ji bo çi armancê dibe bila bibe, divê wezareta karê hundir bê agahdarkirin, di gumaneke herî biçûk de wê lênûskên komeleyan dubare dubare bên kontrolkirin. Komele wê bên asta ku nikarin faliyetan bimeşînin. Ji ber vê jî em van xalên ku di esasê de dixwaze çi bêje, baş dizanin. Komele ji bo pêkhatina aramî, aştî û jiyaneke mirovane ya civakî faliyetan dimeşînin.”   ‘Azadiya girtina nûçeyan tê astengkirin’   Her wiha Rûkenê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi vê pêkanînê re endamên komeleyê dikarin ji peywirê bê girtin, qeyûm bên tayînkirin û faliyetên komeleyan bên rawestandin. Rûkenê wiha pê de çû: “Ev demeke dirêj e em hemû dibînin ku kesên bi dengên gel hatine hilbijartin, parlamenter, encamên meclîsê,  ji peywirê tên girtin û qeyûm tayînê şûna wan dibin. Niha tê fêmkirin ku bi vê qanûnê jiyana demokratîk tê tehdîdkirin, dixwazin xebatên komeleyan rawestînin û muxalefeta civaka sivîl bê bêdengkirin. Ligel vê bi vê qanûnê re wê mafê girtina nûçeyan jî zirarê bibîne û bê binpêkirin.”   ‘Li dijî rêgeza qanûnîbûnê ye’   Rûkenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi vê qanûnê re di sûc û ceza de, rêgeza qanûnîbûnê jî tê binpêkirin û wiha dawî lê anî: “Ev xalên ji civakê hatine revandin û derxistin, hemû bi guman in û ji bo jiyana civakî bi xeter in. Ev qanûn armanca tunekirina rêxistinên civakî dihewîne. Qanûna Pêşîgirtina Belavbûna Tevgera Girseyên Civakî ye. Rêxistinên civaka sivîl wê hîn bêtir baldar û di nava piştevaniyê de xebatên xwe bimeşînin. Ji bo betalbûna qanûnê em ê têkoşîna xwe bimeşînin.”