‘Ji bo Gulîstan winda nebin em ê têbikoşin’ 2021-01-05 19:31:19   MÊRDÎN - TJA û Platforma Jinan ya Şahmaran a Mêrdînê têkildarê salvegera windakirina Gulîstan Doku daxuyaniyek dan. Ayşe Gokkan di daxuyaniyê de  wiha got: “Dewleta ku Gulîstan nabîne destê wê di nava windakirina wê de ji hene û Gulîstan ruyê qirêj yê dewletê nîşan dide.”   Di ser windabûna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê Gulîstan Doku re salek derbas bû. Bi wesîleya salvegerê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan ya Şahmaran a Mêrdînê li ber avahiya KESK‘ê daxuyaniyê dan. Berdevka TJA’yê  Ayşe Gokkan, parlementera Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pero Dundar û berdevka HDP’ê parlementer Ebrû Gunay, çalakvanên TJA’yê û endamên platformê tevlî daxuyaniyê bûn.   Li ser navê TJA’yê Ayşe Gokkan axivî û got: “Îro rojek reşe li eniya dewletê ye. Lê li gel wê ji bo me jinan rojek ya têkoşînê ye. Ev saleke dewletê Gulîstan Doku winda kiriye. Ji ber çi em vê yekê dibêjin ji ber ku ger deste dewletê di nav de nebe nikarin ewqas binixumînin. Di bajarekî ku ewqas kamera û teknolojî heyî de çima nayê dîtin. Dewleta ku zarokek 4 zalî bi kevir dibîne çima nikarin Gulîstan Doku bibînin? Ev ji vê nîşa dide ku dewlet bi eşkerahî jinan tecawiz dike û qetil dike. Bi her awayî deste wan di nav van bû yeran de heye. Divê Gulîstan were dîtin. Heya ku neyê dîtin em ê li pey bin. Ji bo ku tu jin neyên qetil kirin û ji bo Gulîstan Doku neyên wendakirin em ê her tim berxwe bidin.”   ‘Dewlet dinixumîn e’   Endama Platforma Jinan a Şahmaranê Gulîzar Îpek ji metna daxuyaniyê xwend û wiha dest pê kir: “Ev saleke em jin ji bo Gulîstan Doku were dîtin û ji bo Zaynal Abakarov were darizandin em li  ber x we didin û serîhildidin. Ji ber ku  beriya niha ji Zaynal xwest Gulîstan Doku birevîne lê ji aliyê her kesî ve ev rastî tê zanîn  û tê nixumandin. Malbata Zeynal bi keyfa xwe dikarin derkevin ji dervey welat yan ji werin ji. Li vî welatî yê ku sûç kiriye na yê mexdur tê lêpêrsîn kirin. Hevalên Gulîstan û malbata wê ji ber ku aqûbeta wê pirsîne hatin binçavkirin û rastî gefan hatin. Li tirkiyê dewleta bi hişmendiya mêr tevdigere dixwaze qetilkirina jinek ciwan a kurd binixumîn e.”   Gulîzar herî dawî got em we ji Şûle Çetînan, Ozge Canan  ji Nadîre û Îpek Er nas dikin û  wiha berdewam kir: “Em pê dizanin ka we çawa sûcê tecawizkaran weke Musa Orhan û Zaynalan nixumand. Em ê  jin têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin. Em ê dev ji doza wan bernedin.”   Çalekî bi çepik û diruşmeyên “Jin Jiyan  Azadî” re bi dawî bû.