Platforma Jinan a Antalyayê: Gulîstan li ku ye? 2021-01-05 15:09:23    ANTALYA - Platforma Jinan a Antalyayê jî, ji bo Gulîstan Doku daxuyaniyek dan û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gulîstan saleke windaye û bi tu awayî nayê dîtin. Lê em carek din dibêjin heya ku em edaleta rast ava bikin, em ê ji têkoşîna bidomînin."    Platforma Jinan a Antalyayê jî, ji bo Gulîstan Doku li ber Bîrdariya Attalos, daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Gulîsan Doku li ku de rê ye?” hat vekirin. Li ser navê Platformê Nîlcan Balikçi axivî.   Nîlcan, diyar kir ku polîtîkayên ne cezakirinê yên dewletê bibîr xist û ev peyam da: “Îro bi polîtîkayên ne cezakirinê yên dewletê, bersûc tên parastin û pişta wan tê gerim kirin. Ev polîtîka berdewam dikin. Lê em jin di malên xwe de, li kargehan, di atolyeyan de û li kolanan rastî tundî, êrîş, tacîz û tecawîzê tên. Li her derê em tên qetilkirin. Em hemû rojên xwe bi vê tirsê derbas dikin. An em ê li van bajaran, bi awayekê wekhev, azad û di nava parastinê de bijîn, an jî emê bi xwe edaletê ava bikin. Yên ku pişta xwe bi desthilatdariya zilam gerim dikin, dijmin û qatilên jinan ew kesin ku li dijî Peymana Stenbolê derdikevine. Hûn ji me ditirsin û hûn mafdarin ku ji me bitisin. Ji ber ku wê sala 2021’an bibe sala têkoşîna me jinan. Em soz didin jinên hatine qetilkirin, jinên arasteyî întîxarê hatine kirin û jinên mijangên wan ketine erdê; heya ku em edaleta rast ava bikin, em ê ji têkoşîna xwe paşve gav ne avêjin.”