'Tecrîda li Îmraliyê astengiya li hember aştiyê ye' 2021-01-05 14:43:33   STENBOL - HDK, DBP, HDP, TJA, MATUHAY - DER, di daxuyaniya hevpar ku li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dan de bal kişandin ser ser tecrîda tê berdewamkirin û çalakiya grevê ya li hember tecrîdê.  Parlamentera DHP'ê ya Stebolê Zuleyha Gulum, got, "Tecrîda li Îmraliyê astengiya herî mezin a li pêş aştiyê ye."   Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê tecrîda girankirî li Îmraliyê û greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan di roja 40'emîn de didome li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniya hat dayîn de parlamentera HDP'ê ya Stebolê Zûleyha Gulum, Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Elîf Bulut û Erdal Avci û gelek welatî amade bûn. Daxuyanî bi hinceta şewba koronayê ji aliyê Qeymeqamtiya Bakirkoyê ve hat astengkirin. Astengkirina daxuyaniyê hat şermezarkirin. Parlamentera DHP'ê Zuleyha Gulum jî bertek nîşanî astengkirina daxuyaniyê da û bi girseyê re daxuyaniyeke kurt da.   'Girtiyên nexweş piştî ku tên ber mirinê tahliye dikin'   Zuleyha Gulum diyar kir ku ew ji bo balê bikişînin ser tecrîdê kom bûne û polîsan zext li wan kirine.  Zuleyhayê diyar kir ku şertên pandemiyê li girtîgehan tên binpêkriin, lêgerîn tê kirin û ev pêkanînên dijmirovî ne .Zuleyhayê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got, "Mixabin hikûmet piştî ku girtiyên nexweş tên bermirinê tahliye dike û bi vê jî reklama xwe dike .Tu roja ku derbarê binpêkirinên mafan li girtîgehan de serlêdan neyê kirin tune ye."   Zuleyha got ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye, girtîgeh veguherandina îşkencexaneyan û got, "Me xwest ku em li dijî binpêkirina mafên girtiyan a ji sirgûnkirinê bigirin heta bi îşkenceyê gotina xwe bibêjin. Îro li girtîgehan greva birçîbûnê heye û di eoja 40'emîn de didome."   'Bila tecrîd bê rakirin'   Zuleyhayê got ku ew ê sedema greva birçîbûnê ya li girtîgehan li her derê  vebêjin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Tecrîda li Îmraliyê astengiya herî mezin a li hember aştiya li vî welatî ye. Ger ku îro li vî welatî şer heye ev ji ber vegera ji muzakereyan e û daxwaza şer e. Ji ber vê divê demildest tecrîd bê bidawîkirin û ji bo ku parêzer û malbat biçin li Îmraliyê hevdîtinê bikin şert û merc bên amadekirin. Em careke din dibêjin tecrîdê rakirin û bi pêşeroja vî welatî nelîzin."   Daxuyanî bi dirûşma, "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" bi dawî bû.