Dayika Gulîstan Dokû: We çi bi keça min kir? 2021-01-05 14:38:36   DÊRSIM - Bedriye Dokû ya ku keça xwe Gulîstan Dokû ya ku ev saleke windayiye xwest ji dewletê pirsa "We çi bi keça min kir?" pirs kir. Dersim Dag a HDP'yî jî got "Em ê hesabê vê yekê bipirsin".   Platforma Jinê ya Dêrsimê bi munasebeta salvegera windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû li Qada Seyid Riza çalakî li dar xist. Dayika Gulîstan Dokû Bedriye Dokû, bavê Gulistanê Halit Dokû, Parlamenterên Partiya Demokratîk  (HDP) Alican Onlu, Dersîm Dag, Serokê Şaredariyê Fatih Mehmet Maçoglu, Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetin beşdarî çalakiyê bûn.    Pankarta bi nivîsa "Ev saleke em pirs dikin em ê pirs bikin, Gulistan ne di avê de ye" hat hildan. Dowizên "Gulîstan Dokû li ku derê ye?" hatin hilgirtin. Di çalakiyê de dirûşmên "Jinên tên qetilkirin raperîna me ne" hat berzkirin.    Berî daxuyaniyê dayika Gulîstanê Bedriye ji ber ev saleke keça xwe nabîne lorand.    'Hûn Zainal Abakarov çima diparêzin?'   Damla Çinar a li ser navê Platforma Jinê ya Dêrsimê daxuyanî da wiha got:"Ev saleke Gulistan Doku winda ye. Hemû bersûcên jinan em baş nas dikin. Îktidara ku pergala desthildatdariya mêr diparêze û jinê sûcdar dike perpirs û sûcdar e. Em li vê qadê hîn bi hêz pirs dikin "Çi bi Gulistanê hat?". Hûn Zainal Abakarov çima diparêzin? Çima tenê hûn di nava avê de li Gulîstanê geriyan? Em dev ji pirsîna aqubeta Gulîstanê bernadin."   'Bila dawî li polîtikayên şer ên taybet bên'   Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag da zanîn ku lêpirsîna derbarê Gulistan Doku de pêş neketiye û wiha got:"Heta her hesabê jinê bê pirskirin em ê li qadan bin. Kesên xwendekarên wargehê yên gotin "Gulîstan Dokû li ku derê ye" ji wargehê avêtin û ji ber gotina "Mûsa Orhan kujer e" mirov kirin bin çavan, kujeran diparêzin ew ê hesab bidin. Mûsa Orhan û Zainal Abarakov gumanbar in. Ji windakirina Gulistan Doku dewlet berpirs e. Bila dawî li polîtikayên şer ên taybet bên."   Dayika Gulistanê, Bedriye: Ez edaletê dixwazim   Dayika Gulistanê Bedriye pirsa 'Çima hîn Gulistanê nehatiye dîtin' kir û wiha got:"Ev saleke ez êşê dikşînim. Tarîfa vê êşê tune ye. Min Gulistanê emanetî dewletê kir. Gulistanê berî bê windakirin digot 'ez ditirsim'. Gulistanê çima ditirsiya ji çi ditirsiya? We çi bi Gulistana min kir? Ez dayika wê me ev saleke dilê min diperite. Ev saleke dema ez serê xwe datînim ser balîfê agir dikeve dilê min. Keça min vê gavê bibînin."   Daxuyanî bi dirûşma "Gulîstan Dokû li ku derê ye" bi dawî bû.