Jin çûn serdana gorên Sêvê, Pakîze û Fatmayê 2021-01-05 13:44:53   ŞIRNEX - Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinên HDP'ê ya Şirnexê, çûn serdana gorên Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir.    Bi minasebeta salvegera qetilkirina siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir, malbatên her sê jinan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û endam û rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan çûn serdana goristanên wan.    'Em ê xwedî li têkoşîna we derkevin'   Di serdana goristanan de dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî û diyar kir ku berxwedana wan li erdê nemaye û got: "Rabe keça min em hatin, mêvanên te hatin.  Me berxwedana te erdê nehîşt. Heta ku em bijîn em ê li ser rêya we bin. We ji bo gelê xwe canê xwe feda kir. Em ê xwedî li têkoşîna we derbikevin û Kurdistanê ava bikin."   'Ala berxwedanê erdê nema'   Parlamenter Nuran Îmîr jî di serdanê de axivî û wiha got: "Sêvê, Pakîze û Fatma di vê rêya berxwedanê de ji bo me sembol in. 3 kulîlkên Kurdistanê li dijî faşîzmê li ber xwe dan. 3 jin li dijî faşîzmê serî rakirin. 3 jinên têkoşer ji me re mîrasek hîştin. Di vî rêya berxwedanê de gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Ev 3 jin jî xwestin dengê jinan bilind bikin. Em ê jî xwedî li mîrasa her sê jinan derkevin. Ev 3 jin bi zanebûn hatin qetilkirin. Dewlet tim jina ku li ber xwe dide hedef digire. Em ê têkoşîn û berxwedana wan jibîrnakin. Ew ji bo nirxên Gelê Kurd li ber xwe dan. Ala wan a berxwedanê dê li erdê nemîne û em ê destûrê nedin erdê bibîne.  Em ê xwedî li mîras û berxwedana wan derbikevin."   Piştî axaftinan jinan, jinan qurnefîl danîn ser gorên her sê jinan. Piştre ji goristanê veqetiyan.