Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan 2021-01-05 12:51:01   STENBOL- Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Îmrali ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin. Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç bi boneya bi miwekîlên xwe re sibê hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.     Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2-22’yê gulanê, 12-18’ê hezîranê û 7’ê tebaxa 2019’an hevdîtin pêk anîbûn. Piştî hevdîtina 7’ê tebaxê serlêdanên parêzeran bêbersiv dimînin.    Serdozgeriya Bûrsayê bi hêceta “Nexşerê” ya Abdullah Ocalan ku di sala 2009’an de pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê kiriye, di 23’yê Îlona 2020'an de 6 meh qedexeya hevdîtinê danîbû ser parêzeran.