'Dema em bibin yek em ê bikaribin axa xwe biparêzin' 2021-01-05 09:03:38   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo polîtîkayên dewleta tirk ên li ser çar parçeyan nirxand. Sozdarê bal kişand ser êrişên bi tundî tên kirin û got:"Em dema kurd bibin yek em ê bikaribin axa xwe ji dagirkeriyê û li dijî tundiyê biparêzin."   Dewleta tirk bê navber êrîşên cur be cur li ser her çar parçeyên Kurdistanê dike. Li Başûrê Kurdistanê bi avakirina baregehên leşkerî xwe bi awayekî rewa bi cih kiriye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi alîkariya Opozîsyona Sûriyeyê El Bab, Cereblûs, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî kiriye bin kontrola xwe û bi tundî êrişî navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî dike. Her wiha li Bakurê Kurdistanê bi binçavkirin û girtina siyasetmedaran dixwaze pergala xwe ya serdest biparêze. Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo polîtîkayên dewleta tirk nirxand û bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî.   'Dixwazin desthilatdariya Osmaniyan zindî bikin'   Sozdarê di destpêkê de behsa kiryarên li he çar parçeyên Kurdistanê kir û ev tişt  got: "Dewleta tirk di bin sîwana Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê û Opozîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê de li herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serêkanî û Girê Spî kiyarên xwe didomîne. Di vê demê de dixwaze navçeya Eyn Îsayê jî dagir bike. Em dibînin ku dewleta tirk bi alîkarî û erêkirina PDK'ê  xwe li wir bi cih kiriye, baregehên wê ên leşkerî hene û bi awayekî serbest di nava gel de digerin. Ev tê wê wateyê ku PDK'ê dagirkeriya dewleta tirk rewa kiriye. Ji bo Bakurê Kurdistanê, ev parçe di bin desthilatdariya tirkiyeyê de ye. Ji ber vê di sala 2020'an de bi sedan siyasetmedar, rojnemevan û mirovên ku li dijî serdestiyê têdikoşin hatin binçavkirin. Ya herî balkêş û cihê şermezarkinê ye jî binçavkirina birêz Leyla Guven e ku cezayê 22 sal û sê mehan lê birîn. Dema mirov van kiryaran analîz bike, dê ji me re teqez bike ku dewleta tirk dixwaze di Kurdistanê de desthilatdariya Osmaniyan zindî bike. Lê em dibêjin dîroka me Gelê Kurd diyar e, çawa me di dirêjahiya dîrokê de li dijî hemû cureyên êrîşan li ber xwe daye, em ê careke din jî li ber xwe bidin û rê nedin bicihanîna xeyalên avakirina Osmaniyeke nû."   'Bêdengmayîn alîkariya kiryarên ne baş e'   Sozdarê di domandina axaftina xwe de wiha pê de çû: "Xaleke din ku divê mirov bal bikşîne ser, ew e bêdengiya civaka navneteweyî û dewletên ku qaşo di ber agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de berpirsyar in. Her wiha dewleta tirk endamekî NATO'yê ye, li şûna ku NATO ji dagirkerî û binpêkirinên dewleta tirk re sînor deynin, em dibînin ku ew destek û piştgiriyê didin. Heger ew helwesteke cidî nîşan bidin û biryarên hişk bidin, wê demê tirkiyeyê jî nikare sînorên xwe derbas bike. Lê ji ber ku kiryarên dewleta tirk dikevin xizmeta berjewendiyên wan jî, ew bêdengiya xwe diparêzin. Di heman çarçoveyê de hêzên Rûsyayê û Emerîkayê jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Em dizanin armanca wan bidestxistina Sûriyeyê ye. Emerîka dixwaze petrolê bibe, Rûsya dixwaze Sûriyeyê bi rê ve bibe û dewleta tirk jî dixwaze me qir bike. Ev hersê hêz di projeya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û tevahî Sûriyeyê de hevkar in. Heger ne wiha be dê hêzên Rûsya, Emerîka, NY, NATO û hemû civaka navneteweyî li dijî kiryarên dewleta tirk derkevin. Bêdengmayîn alîkariya kiryarên ne baş e."   'Dema em bibin yek em ê bikaribin axa xwe biparêzin'   Sozdarê banga parastinê ya ji dagirkiriyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di dawiyê de mirov dikare vê yekê bêje, dewleta tirk li her parçeyên Kurdistanê ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê û Opozîsyona Sûriyeyê bi kar tîne. Ev herdu tevger li ser bingehê parastina gelên Sûriyeyê û avakirina Sûriyeke demokratîk dest bi şoreşê kirin, lê mixabin em niha dibînin ax û gel  difroşin. Loma divê ew têkoşîna armanca xwe ya rast bikin û nekevin bin xizmeta dijmin de. Ya din banga me ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê re heye werin em yekîtiya mala Kurdî ava bikin û Kurdistanê ji dagirkeriyê biparêzin. Dema em bibin yek em ê bikaribin axa xwe biparêzin. Herî dawî em berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê silav dikin û em dibêjin divê hemû kurd di kesayeta Leyla Guven de dest bi serhildanê bikin."