ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'Ê 2021-01-05 09:00:00   *Cigîra Desteya Jinê ya Herêma Firatê Rozîn Mihemed rewşa jinên ku di herêmên di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne nirxand. Rozînê wiha got: "Dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê dixwazin civakê di kesayeta jinê de têk bibin lê vîna jina azad ji hovitiya wan xurtir e û wê li hemberî vê têbikoşin." DÎMEN HEYE   *Berdevka Demî ya TOP'ê Perîhan Koca ya bertek nîşanî girtina Hevseroka KCD'ê û Aktivîsta TJA'yê Leyla Guven da wiha got:"Girtina Leyla hemleyeke ji sazîbûna faşîzmê ye." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo polîtîkayên dewleta tirk ên li ser çar parçeyan nirxand. Sozdarê bal kişand ser êrişên bi tundî tên kirin û got:"Em dema kurd bibin yek em ê bikaribin axa xwe ji dagirkeriyê û li dijî tundiyê biparêzin." DÎMEN HEYE   *Perîhan Altung a ku niha berdevka Meclîsa Dayikên Aşitiyê ku di vê rêyê de bedelên giran dide û li rexmê vê jî tucarî dev ji têkoşîna xwe bernade dibêje: “Avakirina înîsiyatîfê ji bo min hêviyek bû ku niha jî ez wê hêviyê di dilê xwe de zindî digirim. Ez ê dayik li ji bo daxwaza xwe herdem têbikoşin.”   *Endama Rêveberiyê ya TTB’ê Çagla Îzcî bal kişand ser geşedanên ku di pandemiyê de û wiha got: “Çavkaniya derketina pandemiyan faalîyetên mirovan an jî pergalên newekhevîyê diparêzin ku bi destên hikûmetan tên avakirin e. Heta ku ji wan pirsgirêkan re çareseriyek neyê dîtin û rûxandina ekolojiye bi dawî neyê  em ê zêdetir pandemiyan bibînin." DÎMEN HEYE   *Gulîstan Doku berî bi salekê îroj hat windakirin û derbarê eqûbedat wê de ne ji lêpirsînê û ne jî ji xebatên lêgerînê tu encam hat girtin. Jinan salekê ji cihên ku lê diman gotin, "Gulîstan Doku li ku ye?" BI DÎMEN   * Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Silopiya Şirnexê dê biçin serdana goristana 3 siyasetmedarên jin ên kurd. (12.00) BI DÎMEN     * Wê atolyeya TJA'yê were lidarxistin. beşdarvan Ayşe Gokkan, Ebru Gunay û Pero Dundar. (12.00) BI DÎMEN    * Têkildarê Gulîstan Doku wê daxuyanî li avahiya KESKÊ were dayîn. (17.00) BI DÎMEN    * Li Kobanê greva birçîbûnê didome. Dê çalakî bê şopandin. (12:00) BI DÎMEN   *Komîsyona ji bo Gulîstan Doku Edalet ji bo salvegera windakirina Gulîstan Dokû wê li parka Hazalê daxuyaniyê bide (12:30)