Ji bo îfadê bangî Bêrîvan Kutlu hat kirin 2021-01-04 16:21:39   ŞIRNEX - Hevşaredara Şaredarîya Cizîrê a ku li şûna wê qeyûm hatibû tayinkirin Bêrîvan Kutlu bi îdaya  2 polês birîndar kirine ji bo îfadê bangê wê hat kirin.   Hevşaredara Şaredarîya Cizîrê a ku li şûna wê qeyûm hatibû tayinkirin Bêrîvan Kutlu, di çarçoveya lêpirsîna ku bi destê Serdozgerîya Komrî  ya Şirnexê hatibû destpêkirin de di 1’ê Kanûna 2020’î de ji alîyê polêsan ve bi ser mala wê de hatibû girtin û di wê kêlîyêde polêsan lê dabûn û hatibû binçavkien.   Piştî ku Bêrîvanê hate binçavkirin di darberê wê de,  bi îdaya ku li 2 polîsan xistîye lêpirfsîn hat detpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna hatibû destpêkirin de îro ji bo ku îfadeya wê bê girtin bangî bêrîvanê hat kirin.