'Em bi têkoşîna zarokên xwe serbilind in' 2021-01-04 15:39:57   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Jinên ji Kantona Kobanê yên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine, têkoşîna girtiyên li zindanan silav kirin û gotin: "Heta ku em Rêber Apo azad nebînin em ê ranewestin. Em bi têkoşîna xwe bawer in, loma dê serkeftin ya me be."   Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo piştigiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li Bakur, hatiye destpêkirin bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye, êdî bes e ji tecrîdê re, azadî ji bo Rêber Apo" di roja duyemîn de didome. Çalakiya ku dê hefteyekê bidome, di roja duyem de Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, Meclîsa Herêma Firatê, Rêveberiya Kantona Girê Spî û Eyn Îsayê dewir girtin. Jinên ku beşdarî çalakiya grevê bûne nêrînên xwe anîn ziman.    'Em bi têkoşîna zarokên xwe serbilind in'   Emîne Mistefa berxwedana  zindanan silav kir û ev tişt got: "Armanca çalakiya me xwedîderketina li girtiyên di zindanên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de ye. Her wiha ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzkî ku em bikaribin agahiyekê jê bigirin û rêbertî di nava xwe de bibînin, me dest bi çalakiya xwe kiriye. Me weke dayik ji bo vê şoreşê berdêlên giranbuha dan ji ber vê heta ku em armanca xwe pêk neynin, em ê ranewestin. Kiryarên dewleta tirk a faşîst tu carî ji me re nabin asteng, ji ber vê em berxwedana li zindanan silav dikin. Em dibêjin em dayikên we hertim li pişt we ne û bi we serbilind in."   'Em bi têkoşîna xwe bawer in'   Kelîme Demir serkeftina berxwedana Gelê Kurd a li dijî faşîzmê teqez kir û wiha domand: "Dewletên hegomonîk hizirîn ku wê bi girtina Rêber Apo re Gelê Kurd qir bikin û dê kurd ji doza xwe vegerin. Lê xeyalên wan bi cih nehatin, îro ramanên Rêber Apo li mejiyên zarokan û heta mirovên 80 salî bandor kiriye. Em weke gel û bi taybet jin ji bo şikandina tecrîdê amede ne. Jinên ji Kobanê dê têkoşîna Leyla Guven û tevahî girtiyên ku niha di zindanan de ketine greva birçîbûnê bidomînin. Li ser vê bingehê em bi têkoşîna xwe bawer in ku em ê bi ser kevin û xwestekên xwe bi cih bînin."   'Em şopdarên Sakîne û Leyla ne'   Edle Bekir jî diyar kir ku ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Ji berxwedana Sakîne Cansiz ku li zindana Amedê beriya 37 salan li dijî desthilatdarî û kiryarên dewleta tirk dest bi greva birçêbûnê kirin, li ser şopa têkoşer Sakîne di roja îro de li seranserî Kurdistanê çalakiyên greva birçîbûnê her hatine kirin. Em ê dest ji têkoşîna Rêber Apo bernedin, serkeftin a me ye û binketin a Erdogan e. Em ê bibin şopdarên Sakîne û Leyla Guven."