Li Sîlopyayê 6 jinên siyasetmender hatin bîranîn 2021-01-04 15:12:18   ŞIRNEX -  Jinên siyasetmedar ku li Sîlopî û Parîsê hatin qetilkirin li navçeya Silopiyê hatin bîranîn. Nuran Îmîr a HDP’yî axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîn û berxwedana 6 jinan û got ew ê ala têkoşîna wan bilind bikin.   Tevgera Jinên Azad(TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, bi minasebeta salvegera qetilkirina sê jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze nayir ku li Sîlopiyê di 4'ê Çileya 2016'an de hatin qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de 3 jinên siyasetmedar ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Payitextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyala Şaylemez û 3 jinên ku di 4'ê Çileya 2016'an de li Sîlopiya Şirnexê hatin qetilkirin li avahiya HDP'ê ya navçeya Silopiya Şirnexê hatin bîranîn. Di bîranînê de wêneyê 6 jinên siyasetmedar hatin hilgitin.     Malbata Sêvê, Pakîze û Fatma, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan tevlî merasîma bîranînê bûn. Bername bi xwendina mewlîdê dest pê kir. Piştrî rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê berdewam kir.   ‘Dê serkeftin ya gelê kurd be’   Di destpêkê de dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî, qetilkirina 3 jinên ku li Silopiyê bi awayek hovane hatin qetilkirin şermezar kir û got: “Jina  kurd îro pêşeng e. Hemû êrîş li dijî dayik û jinan tên kirin. Dilê dayikan dişewite. Li hember vê zilm û zordestiyê divê em dayik destên xwe bidin hevdû û rabin ser piyan. Ji van êrîş û komkûjiyan re em bêjin bes e. Daxwaziya me bi tenê aştî û azadî ye. Baweriya me jî heye, dê azadî were vî welatî û ew roj nêzîke. Di her aliyê de êrîşî jina kurd dikin. Dê serkeftin ya gelê kurd be.”   ‘Rol û mîsyona jinê gelek zêde ye’   Herî dawî Nuran Îmîr a HDP’yî axivî û got ew di pêvajoyeke dirokî re derbas dibin û wiha domand: “Me gelek bedelên giran dane heta vê rojê. Ev 6 jinên siyasetmedar ên berxwedêr ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirine. Van jinan ji bo jiyanek nû ji me re rêyek nû ava kirin. Ew jî divê em xwedî li nirxên wan derbikevin. 40 sal in têkoşîn û berxwedana Gelê Kurd de rol û mîsyona jinê gelek zêde ye.”   ‘Ev komkujiye bi zanebûn pêk anîn’   Nuran, diyar kir ku ew ê heta dawiyê şopdarê têkoşîna her sê jinan bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên ku wê demê li îqtîdarê bûn bi agahiya wan 6 rêhevalên me hatin qetilkirin. Ne tenê ev 6 hevalên me di kîjan keliyên jiyanê de jinek hebû ku li ber xwe bide hat hedef nîşan dan û qetil kirin. Gelê kurd bi sala ye têdikoşe. Kesên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan perçeyên bedena me ne. Ji ber ku îqtîdarê dît ku tevgera azadiyê ya kurd li qada nevneteweyî  tê naskirin hedef girt. Li Parîsê bi qetilkirina 3 rêhevalên me ev komplo hat destpêkirin. Piştî pêvajoya Osloyê sê hevalên me li Parîsê hatin qetilkirin. Ev komkujî bi zanebûn pêk anîn. Di nav van jinan de Sakîne Cansiz a ku li hemberî Esat Oktay serî netewandibû hebû. Lê ne tenê heval Sakineyê 5 hevalên me yên din jî bi tu awayî li hemberî zilma wan serê xwe netewandin."    Ji bo keça xwe stran got   Piştî axaftinan bîranîn bi temaşekirina sînevîzyona ku jiyana her 6 jinên siyasetmender vedibêje hat temaşekirin. Di dawiya bernameyê de dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr ji bo keça xwe klam got û demên hêstiyar hatin jiyîn.