Doza Leyla Aydemîr: Îtiraza li dijî tehliyekirina bersûc hat redkirin 2021-01-04 11:42:53   AGIRÎ - Îtîraza li dijî berdana Yûsûf Aydemîr ê di doza kuştina Leyla Aydemîr de cezayê heta hetayê yê zîndanê lê hatibû birîn hat redkirin.    Li gundê Bezirganê yê girêdayî Agiriyê di 18’ê hezîrana 2018’an de Leyla Aydemîr a 4 salî winda bûbû. Piştî 18 rojan Leyla Aydemîr mirî hatibû dîtin. Derbarê mirina wê de doz hatibû vekirin. Apê wê Yûsûf Aydemîr ji kuştinê hatibû darizandin û ji sûcê “bi qestî kuştin” cezayê heta hetayê yê zîndanê lê hatibû birîn. Yûsûf Aydemîr di rojên derbasbûyî de li ser biryara Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Erziromê hatibû berdan. Serdozgeriya Dadgeha Edliyê ya Herêma Erziromê li dijî berdana Yûsûf Aydemîr îtîrazî Dîareya Mezin 2’yemîn a Dadgeha Edliyê ya Herêma Erziromê kiribû. Dadgehê îtîraza dozger red kir û berdana Yûsûf Aydemîr guncav dît.