Li Mexmûrê çalakiya grevê berdewam dike 2021-01-04 11:41:52   MEXMÛR - Li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hatî destpêkirin, di roja 18'an de berdewam dike.    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li dijî tecrîda girankiriya ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyan di 27’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanunê de dest bi greva birçîbûnê hat kirin.    Çalakiya ku ji aliyê şêniyên Mexmûrê ve bi girseyî tê ziyaretkirin, dayik jî bi stranên xwe moral didin çalakvanan.   Ji çalakvanan Jiyan Ûnver di derbarê armanca tevlîbûna xwe ya çalakiyê de axivî û got; "Çalakiya greva birçîbunê ku di 18’ê kanunê de destpêkirî, min jî xwest weke jineke ciwan cihê xwe di koma 9’an de bigim. Armanca me ya tevlîbuna çalakiyê azadiya Rêber Apo ye, em di xwazin agahiyekê ji Rêberê xwe bigin. Banga min ji bo tevahî Gelê Kurd e we ku tevlî çalakiyan bibin û em bigihijin azadiya xwe.’’   Çalakiya li Mexmûrê bi koma 9'an di roja 18'an de berdewam dike.