Intsar El-Hemadî : Dewleta tirk şerê fikirê demokratîk dike 2021-01-04 09:05:33   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Berdevka Kongreya Star a Bajarê Hesekê Intsar El-Hemadî tekez kir ku ji bo her jineke di nava pencên qirkirinê de li azadiya xwe digera, Fikir û Felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nimûneya jiyana azad e.   Dewleta Tirk a dagrker tecrîdek giran li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgeha Imraliyê daye destpêkirin û berdewam dike. Her wiha daxwazên malbatê û parêzeran ên hevdîtinê bi Ocalan re red dike. Têkldarî vê mijarê Berdevka Kongreya Star a Bajarê Hesekê Intsar El-Hemadî nirxandin kir.   ‘Jin di nava Pergala mêrê serdest de hatibû kolekirin’    Intsarê bal kişand ser desthilatdariya mêrê serdest ku jin di nava pergala 5 hezar salî ya xwe de kole kiribû û wiha pê de çû: ”Pergala mêr a serdest jin ji mafê wê yê xwezayî  û jiyanî mehrûm kirbû, her tim li jinê tundî dikir. Lê dema Fikir û Felsefeya Rêber Apo hate belavkirin û Şoreşa Rojava dest pê kir, jinê bendava koletiya ku lê hatibû ferzkirin şikand. Li hember binpêkirina mafên xwe û ne wekheviyê serîhildan, bi ramanê Rêber Apo re pêşket û di hemû qadên jiyanê de cih girt û bû pêşenga berxwedan û têkoşînê. ”   ‘Bi fikirên Rêber Apo jinê hêza xwe dît’   Intsarê da zanîn ku ramanên Rêber  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo avakirina civakeke bi exlaq û polîtîk  banga wekheviya di nava jin û mêr de dikin û wiha gotina xwe domand: ”Bi naskirina fikir û ramanên Rêber Apo re jin bi hêza û îradeya xwe bawer bû. Bi taybet piştî deskeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi pêşengtiya jinê pêş ket jinê navê xwe li cîhanê belav kir.  Têoşîna jin li tevahî cîhanê deng veda û bû mînak û nimûneya jina azad. Piştî rûniştandina Pergala Netewa Demokartîk ku ji aliyê Rêber Apo  ve hatiye pêşxistin jin û mêr perwerdeyê li ser hevjiyana azad dibînin û di roja me ya îro de gavên pir girîng di guhertina hişmendiya civakê de hatine hatine avêtin. Jin bi israr û birêxistinkirina xwe wê tecrîda li ser Rêber Apo rakin.”   ‘Tecrîd şêwazê şerê li dijî gelê azadîxwaz e‘    Intsarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: ”Êrîşên dewleta tirk li dijî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê her dem tên kirin, girtina siyastmedar û kesayetên azadîxwaz li Tirkiyê, hemû di çarçoveya siyasetkê de ne.  Lê bi şêwazên cuda pêk tîne. Em bang li Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku rê li ber siyastên qirkirina gelan bigrin û tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin.”