'Li dijî tundiyê berxwedana xwe mezin bikin' 2021-01-04 09:03:45   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Rêvebera Mala Jinê ya Bajarê Qamişloyê Behiye Murad êrîşên dewleta tirk li ser herêmê şermezar kirIN û da zanîn ku dewleta tirk bi riya hedefgirtina jinan dixwaze zextê li civaka me bike.   Dewleta tirk bi rê û rêbazên cuda herdem êrîşên xwe li ser Gelê Kurd dewam dike. Bi awayek rojane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire û bi topan êrîş dike. Her wiha dewleta tirk li bakurê Kurdistanê jî qirkirina siyasî pêk tîne û hemû siyasetmedarên kurd bi hincetên cur be cur digire. Her wiha kiryarên dewleta tirk li herêmên dagirkirî her ku diçe zêde dibe û li beramber van kiryaran tu dewlet dengê xwe nake. Têkildarî van mijaran Rêvebera Mala Jinê a bajarê Qamişloyê Behiye Murad nêrîna xwe parve kir.   'Dewleta tirk bi darê zorê şêniyên herêmê koçber dike'   Behiye êrîşên dewleta tirk li ser herêmê şermezar kirin û diyar kir ku dewleta tirk li cihên dagirkirî kiryarên pir qirêj pêk tîne û dibêje: "Dewleta tirk heta vê kêliyê jî di her firsendekê de êrîşên xwe li ser Gelê Kurd dewam dike. Niha li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Eyn Îsayê bi rengek dijwar êrîş dike. Dewleta tirk li ber çavê hemû cîhanê li cihên dagirkirî qetlîam, tecawiz, dagirkerî, dizî û guhertina demografîk pêk tîne, lê hemû cîhan jî li beramber van dagirkeran bêdeng e. Her wiha dewleta tirk bi darê zorê dixwaze şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçber bke. Ji bo vê jî li herderê avê qut dike."    'Leyla Guven pêşenga jina kurd e'   Behiye girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî şermezar kir û da zanîn ku Leyla Guven  pêşenga jina kurd e û wiha domand: "Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê qirkirina siyasî li hember siyasetmedarên kurd pêk tîne. Herî dawî jî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven girt û bi hincetên cuda 22 sal û sê meh ceza lê hate birîn. Leyla Guven pêşenga jina kurd e û ji bo tecrîd li ser Rêber Apo were rakirin 200 rojî  çalakiya gireva birçûbûnê pêk anî. Dewleta tirk ji bo hebûn û îradeya jina azad desteser bike cardin Leyla Guven girt. Bila dewleta tirk baş bizanebe bi girtina Leyla Guven daxwaza wan pêk nayê, berovajî em ê hêrs û têkoşîna xwe li beramber dijminê jinan mezintir bikin. Li tevahî cîhanê siyasetmedarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin bê sedem nayên girtin, lê dewleta tirk ji bo îradeya Gelê Kurd tune bike êrîşî siyasetmedarên me dike û qanûnan binpê dike. "    'Em ê hesab ji dewleta tirk bipirsin'   Behiye tundiya li ser jinan tê meşandin bi tundî şermezar kir û dest nîşan kir ku dewleta tirk bi hedefgirtina jinan dixwaze zextê li civakê bike û wiha dewam kir: "Dewleta tirk bi siyasetek pir zirav û qirêj êrîşî jinan dike, ji bo ku hebûn û îradeya jinê têk bibe serî li her cure pilan û projeyan dide. Ji ber ku ew jî dizanin ya ku civakê bi rêve dibe jine. Niha cihên hatine dagirkirin li wê derê li dijî jinan hovîtiyeke mezin pêk tê.  Jin li wan deran rastî qetlîam, tecawiz, revandin û girtinê tên. Lê dewleta tirk çidike bila bike jin tune nabin, ji ber ku jinê behna azadiyê kişandine. Ji bo wê em ê hesabê hemû jinan ji dewleta tirk biprisin."   'Li dijî tundiyê berxwedana xwe mezin bikin'   Behiyeyê herî dawî diyar kir ku ew ê li dijî hemû cureyên tundiyê berxwedana xwe mezin bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hemû cureyên tundiyê berxwedana xwe mezin bikin. Em ê jin hemû bibin yek, tu dijminê jinan bi ser nakeve. Banga min ji hemû dewletên navneteweyî heye ku hesab ji dewleta tirk bixwazin. Hêviya me ew e ku bi rengekî qanûnî nêzî rewşa Leyla Guven bibin û siyasetmedarên me yên ku bê sûc hatine girtin ji zindanan rizgar bikin. Em ê bi têkoşîn û berxwedana jinan kiryarên dewleta tirk têk bibin."