Tayînkirina qeyûman ji bo rêxistinên jinan jî xetereyek mezin e 2021-01-04 09:01:40   AMED - Derbarê qanûna tayînkirina qeyûman ji bo Rêxistinên Civaka Sivîl, Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz  Gîzem Mîran, diyar kir ku bi  tayînkirina qeyûman jinên ku îro bûne dînamîka civakê tê xwestin bên bêdengkirin.    Pêşniyarqanûna ku rê li ber tayînkirina qeyûman a ser Rêxistinên Civaka Sivîl (STO) vedike û ji 19 xalan pêk tê, di 27’ê kanûnê de li Lijneya Giştî ya Meclisê di bin navê "Astengkirina fînansoriya çekên ku girsyan îmha dikin" de  hat qebûlkirin. Bi vê qanûnê re dê serokomar karibe qeyûm tayinî rêxistinên civaka sivîl, weqf û komeleyan bike û her wiha wê karibe dest deyne ser mal û milkên wan. Têkîldarî mijarê Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Gîzem Mîran nirxandin kir.    ‘Ji bo zexta li ser komeleyan amûrek e’   Gîzemê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku qanûna tayînkirina qeyûman a li ser rêxistinên sivl di hêla hiqûqî de gelek pirsgirêkan di nav xwe de dihewîne. Gîzemê axaftina xw wiha berdewam kir: “Ev daxwaza qanûna ku em qal dikin ne bi navê xwe ne jî bi armanc û naveroka xwe li hev nake. Ji bo zexta li ser komele û rêxistinên sîvîl amûrek e. Jixwe ew qanûn demek dirêj e ku bi pêvajoya OHAL’ê re mijara niqaşan bû. Ango di bin siya wê qanûnê de jixwe li ser komele û saziyan gelek pêkanîn hatibûn kirin. Tişta herî girîng jî di wê qanûnê de xala ku herî zêde bû sedema bertekan tayinkirina qeyûman a li ser rêxistinên sivîl bû. Bi vî awayî tê xwestin ku çalakiyên rêxstinên sivîl bên asetengkirin.   ‘Armanc bêdengkirina Rêxistinên demokratîk e’   Gîzem destnîşan kir ku ew qanûn hewldana li gorî xwe dîzaynkirina rêxistinên demokratîk e û wiha pêdê çû: “Di rê û rêzika avakirina komeleyan de destûr nîne û dema ku komele hatin avakirin bi teblîxê tên damezirandin. Her wiha rêxistinên sivîl ku di damezrandina wan de destûr nîne, faaaliyêtên wan tên astengkirin û xebatkarên wan ji erka xwe tên dûr xistin. Gava mirov li naveroka wê qanûnê dinihêre tu eleqeya wê bi armanc û tişta ku tê armackirin nîne. Ango em dikarin bêjin ku wek qanûneke torbe ya desthîlatdariyê ye. Armanc bêdengkirin û tepisandina Rêxistinên Civaka Sîvîl e. Ew Qanûn hem dijberê makeqanûnê û hem jî diberî peymanên navneteweyî ye. Em her çiqas bêjin sererastkirina OHAL’ê ji holê rabûye jî ew qanûn parçeyek ji OHAL’ê ye. Ango OHAL  berdewam e.”   ‘Bi vê qanûnê rêxistinên jinan jî tên hedefgirtin’   Gîzemê got ku rêxistinên jinan li hemberê desthîlatdariyê dînamîk a herî bi hêz e û di berdewamiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “ Bi vê qanûnê re saziyên jinan jî ten hedefgirtin. Jinên ku îro bûne dînamîka civakê, bi vê qanûnê dixwazin wan bêdeng bikin. Me di vê pêvajoyê de gelek caran dît ku sazî û dezgehên jinan hatin girtin, her wiha li rêveberên wan jî zext hatin kirin hatin binçavkirin û girtin. Dema ku em bibêjin çi tê amanckirin; îro jinên ku bûne dengê civakê û hertim li qadan bûne dixwazin wan bêdeng bikin.  Lê mixabin bi vê qanûnê jî pêşiya vî tiştî gelek bi hêsanî tê vekirin. Ya duyemîn jî jina ku bi tundiyê re rûbirû ma û biçe cihê ku lê stra bibe jî tê teslîmgirtin. Bi vî awayî dixwazin ku jinê neçarî cihê lê tundiyê dibîne bikin. Ango bi vê qanûna ku ku rêxistinên sivîl hedef digire re ji bo saziyên jinan jî xeteriyek mezin e.”   ‘Di warê reforma darazê de ne samîmî ne’   Gîzemê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser "reforma darazê" jî û ev tişt anî ziman: “Di warê reforma darazê de ne samîmî ne. Geşedanên demên dawîn jî vê nîşan dide. Wekî  nenaskirina biryara DMME’yê ku ji bo Selahattîn Demîrtaş dabû. Bi vê qanûnê jî ev bêsamîmiyetiya xwe aşkere kirin. Desthilatdariya ku bi zîhnîyeta qeyûman, saziyên bijartî bidest xistibû îro jî bi heman zîhniyetê dixwaze rêxistinên sivîl bidest bixe. Ev zîhniyeta qeyûm di wê pêvajoyê de bi operasyonan û bi tayînkirina qeyûman şaredarî desteser kirin û li ser îfadeya şahidên veşartî gelek siyasetmedar hatin girtin û bi van êrîşan li darazê jî destdirêjî kiribûn. Niha jî heman tişt tê xwestin li ser rêxistinên sîvîl bê pêkanîn. Êrîşî rêxistinên sivîl dikin. Ji ber ku rêxistinên sîvîl her roj di her qadên jiyanê de van binpêkirinên mafan tînin ziman û van polîtîkayan teşhîr dikin. Di rastiyê de dixwazin bi pêşîgirtina li van saziyan re binpêkirinên mafan veşêrin. .”