ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'Ê 2021-01-04 09:00:00   *Derbarê qanûna tayînkirina qeyûman ji bo Rêxistinên Civaka Sivîl, Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz  Gîzem Mîran, diyar kir ku bi  tayînkirina qeyûman jinên ku îro bûne dînamîka civakê tê xwestin bên bêdengkirin.   *Hevseroka HDP’ê ya navçeya Cizîrê Guler Tunç, li ser aloziya di navbera kurdan li Herêma Federal a Kurdistanê de nirxandin kir û û anî ziman ku ji bo êrîş bên sekinandin pêwîste yekitiya neteweyî bê avakirin û wiha berdewam kir: Di çar aliyan de jî li dijî me êrîş tên kirin û Mesût Barzanî jî vê baş dizane. Lê belê li hember van êrîşan divê em bibin yek û van êrîşan vala derbixin.” DÎMEN HEYE   *Rêvebera Mala Jinê ya Bajarê Qamişloyê Behiye Murad êrîşên dewleta tirk li ser herêmê şermezar kirIN û da zanîn ku dewleta tirk bi riya hedefgirtina jinan dixwaze zextê li civaka me bike. DÎMEN HEYE   *Seroka Giştî ya Bazkên Jinan a CHP'ê Aylîn Nazliaka, diyar kir ku ev saleke nedîtina Gulîstan Doku "ji dervî aqila ye" û got, "Em ê zû an jî dereng xwe bigihînin xuşka xwe." DÎMEN HEYE   *Berdevka Kongreya Star a Bajarê Hesekê Intsar El-Hemadî tekez kir ku ji bo her jineke di nava pencên qirkirinê de li azadiya xwe digera, Fikir û Felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nimûneya jiyana azad e. DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA'yê Bahar Karakaş, di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" ku dabûn destpêkirin de diyar kir ku ew ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe têkoşînê mezin bikin û got, "Têkoşîna li zindanan hatiye destpêkirin divê li derve jî bê kirin."   *Şêniyên şengalê ku xwedî çand û kevneşopiyeke dewlemendin li gel hemû gengêşiyan Cejna Batîzmê pîroz kirin. Jinên Şengalî diyar kirin ku ew ji bo çanda xwe biparêzin hemû cejnan pîroz dikin. DÎMEN HEYE   *Di sala 2020'î de ku herî zêde pandemiyê bandora xwe kir, li gorî daneyên ku ajansa me kom kirine herî kêm 332 jin hatine qetilkirin, 110 jinan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane, 33 zarok hatine qetilkirin û 49 zarok jî destdirêjî li wan hatiye kirin.