Li Mexmûrê koma 9’an çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-01-03 10:48:37   MEXMÛR - Li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hatî destpêkirin, bi dewgirtina koma 9’an didome.    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li dijî tecrîda girankiriya ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyan di 27’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanunê de dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi merasîmekê koma 9’emîn dewir girt.    Merasîm destpêkê bi deqeyekê rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Her wiha bi wesîleya nêzbûna şahadeta hersê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Doğan hatin bi bîranin.    Merasîma dewirgirtinê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" , "Bijî berxwedana zîndanan" û ‘’Jin Jiyan Azadî’’ bi dawî bû.