Jinên dengbêj ên Mexmûrê piştgirî dan çalakvanên di grevê de 2021-01-03 09:07:31   MEXMÛR - Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê  ji bo piştgirî bidin greva birçîbûnê y girtiyan hatî destpêkirin di roja 17'an de didome. Jinên dengbêj ên Mexmûrê bi stranên xwe piştgirî dan çalakvanan   Di 27'ê mijdarê de ji hêla girtiyên siyasî li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger dabûn destpêkirin. Ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya girtiyan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18'ê kanûnê de greva birçîbûnê hat destpêkirin. Greva li Mexmûrê di roja 16'an de didome.    Dayîkên Dengbêj ên li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr bi stranên ku gotin piştgirî dan çalakvanên gireva birçîbûnê.    Piştî stranên jinên degbêj çalakvanan jî helbest xwendin.