Her du jinên ku êdî nikarin nanê rojane bistînin banga alîkariyê kirin 2021-01-03 09:04:55   Medya Uren    MÊRDÎN -  Şerîfe 80 salî ye bi tena serê xwe, Sultana 77 salî jî bi 2 neviyên xwe re li Qoserê di nava xizaniyê de hewl didin ku bijîn. Rewşa her du jinên pîr, asta qeyrana aboriyê yekcar radixe ber çavan. Her du jinên ku êdî nikarin nanê rojane bistînin banga alîkariyê kirin.    Li Tirkiyê qeyrana aborî her ku diçe mezin dibe. Wekî her tim kesên ku herî zêde mexdûr dibin jî xizan in. Niha bi hinceta pandemiyê bi hezaran kes ji kar hatin derxistin, kargeh hatin girtin. Ev tişt bêtir rewşê xirabtir kir. Li herêmê koçberî, bêkarî û heqdesta kêm bêtir rewşa welatiyan aloz kiriye. Kesên ku alîkariya cîranên xwe dikirin di vî rewşê de nikarin tiştek bikin. Em bûn mêvanê Şerîfe Yildirim û Sultan Damar. Her du jin li Qosera Mêrdînê di nava xizaniyê de hewl didin ku bijîn.    ‘Werin bandorên qeyranê bibînin’   Şerîfe Yildirim (80) li taxa Doneysera girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê bi tenê dijî. Dema ew me dibîne ku em qala qeyrana aboriyê dikin, me dawetê bala xwe dike Di serî de dibêje werin mala min bibînin da ku hûnê bandorên qeyranê bibînin. Em bûn mêvanê Şerîfeyê. Mala Şerîfeyê tenê ji odeyekê pêk tê. Dîwar û erdê wê ji ber rutûbetê hilweşiyaye. Şerîfe ji bo rutûbeta heyî nîşanê me bide dest dide doşekên li erde. Tiştên li erdêhemû şil bûn û bêhna wan ketibû hundir.   ‘Nan nîne ez bixwim’   Gelek nexweşiyên Şerîfe hene ku temenê wê ji bandora xwe li ser van nexweşiyan dike. Ew kesek wisa ne ku nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêşwazî bike, vê carê ji ber xizaniyê barê wê girantir dibe. Şerîfe wiha qala xwe dike: “Ez tene wisa najîm gelek kes wek min dijîn. Digot dê mûçeya kalbûnê bidin me. Lê ew têra dermanê min nake. Ez perê îlacan bidim, ya ceyranê û ya avê bidim. Gelo ez ê çi bixwim û çi mesrefê bikim. Dev ji rewşa mala min berdin nan nîne ez bixwim.”   ‘Bi qeyranê re em hemû bêzar bûn'    Dema me ji Şerîfeyê aqûbeta zarokên wê pirsî bêhtir xemgîn bû û wiha got: “Rewşa wan ji ya min ne cudatir e. Bi malbat ve diçin bajarên din û karê demsaliyê dikin. Ji bo xelkê dişixulin, ka quruşek digihe wan yan nagihêje. Xaniyê wan jî ji yê min ne dure. Ew jî di heman rewşê de ne.  Bi qeyranê re em hemû ketin. Daxwaza me ew e ku ji vê rewşê re çareyek bê were."   3 kuflet di odeyek xalî de dijîin   Sultan Damar (77) jî li taxa Mezopotamyaya girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê dijî. Cudahiya jiyana Sultan ji ya Şukranê ew e ku Sultan 2 neviyên xwe yên ku hem sêwî hem ji êtîmin xwedî dike. Xaniyê Sultan hilweşiya ye. Bi taybet ji serşok û destşok di rewşek gelek xirab de ne. Di hindirê odeyek biçûk de 3 kes dijîn. Herwiha di aliyê dirav de ji pirsgirêkên wan yên mezin hene. Me ji Sultan pirsî ku hûn di hindirê van odeyan te çawa xwe germ dikin? Bersiva wê bi vî rengî bû: “Ev avahî ye min û hevjînê min bû. Li jêr cihê ku me têde pez xwedî dikir hebû. Niha hevjînê min, lawê min û bûka min ji mirine. Ez û nevî tenê mane. Me cihê pez xirakiriye em darên wê dişewitînin û pê xwe germ dikin. Em bi îdare kar tînin. Ji ber ku ew biqedin tiştekî em bişewitîinin namîne. Komir ji dest me nakeve. Gelek buhaye û ceyaran ji bi wî rengî ye."   ‘Em hev dikarin wisa bijîn'    Sultana ku mexduriyeta xwe û zarokan wiha dibêje: “Ez mûçeyek kêm diştînim ku têra me 10 rojan nake. Em bi hêviya cîranan ve dijîn. Belê  êdî ji ber qeyranê rewşa wan ji nebaş e û nikarin alîkariyê bidin me. Kirîna nanek jî ji me re giran tê. Hewara min li we ku dest bajin me. Em alîkariyê dixwazin. Ji ber xizaniyê û qeyranê em hew dikarin bijîn."