'Di sala 2020'an de li Efrînê 25 gir û 8 cihên dîrokî hatin talankirin' 2021-01-03 09:03:58   Raperîn Bekir   ŞEHBA - Rêveberiya Kargeha Şûnwaran a Herêma Efrînê Esmehan Ehmed guhertina demografiya Efrînê nirxand û got: "Di sala 2020'an de li Efrînê 25 gir û 8 cihên dîrokî hatin talankirin. Her wiha gelek tiştên kevnar yên mîna mozayîk, perçeyên dîrokî, zêr hatin dizîn û li bazarên Ewropayê hatin firotin. Me gelek belge di derbarê Efrînê de amade kir lê heta niha bersivek nehatiye dayîn."    Herêma Efrînê bi cihên xwe yên kevnar tên nasîn û şêniyên Efrînê cihên xwe yên kevnar yên ku ji dayik û dapirên wan ji wan re maye bi salan parastine. Di 20'ê çileya 2018'an de êrîşî herêma Efrînê hat kirin û bi hezaran şêniyên resen yên Efrînê koçber bûn. Piştî berxedana destanî ya 58 rojan bi çekên giran û kimyewî di 18'ê adara 2018'an de Efrîn hat dagirkirin.    Piştî dagirkeriyê her roj guhertinên demografîk li Efrînê pêk hatin û şunwarên dîrokî hatin hilweşandin û darên zeytûnan yê ku Efrînî pê tê nasîn hatin jê kirin. Di heman demê de li Efrînê her roj êrîşên bêexlaqî pêk tên. Ruxmê Mafê Mirovan a Efrînê sûcên ku li vir pêk hatî belge kirine û cihên peywendîdar re şandine, lê heta niha jî bêdengî berdewam dike. Têkildarî şunwarên Efrînê Rêveberiya Kargeha Şunwaran a herêma Efrînê Esmehan Ehmed derbarê mijariê de ji ajansa me re axivî.    'Dewleta tirk cihên dîrokî qir dike'   Esmehan balkişand ser cihên dîrokî yên li Efrînê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Dewleta tirk ew bû 3 sal in Efrîn dagirkiriye û di encama dagirkeriyê de gelek kiryarên derveyî mirovî tên jiyîn. Her wiha li Efrînê li ber çavê hemû cîhanê guhertina demografîk pêk tê û cihên dîrokî her roj tên talan kirin û tiştên kevnar tên dizîn. Cihên dîrokî mîna kela Nebî Horî, Tilê Eyn Darê, Şikefta du derî, Tilê Cindirêsê û gundewar tên hilweşandin. Me gelek belge di derbarê Efrînê de amade kir û cihên peywendîdar re şand, lê heta niha bêdengiyek heye. Ligel bêdengiyê em bêdeng namînin û em ê sûcên dewleta tirk herdem belge bikin û raya giştî re ragihînin."   'Cihên dîrokî veduguherîne mizgeftan'   Esmehan, diyar kir ku cihên dîrokî tên hilweşandin û wiha got: "Kela Nebî Horî li navçeya Şera ye û gelek tiştên dîrokî û kevnar li wê derê heye. Her wiha gelek tabloyên mozayîk di wê kela de heye, lê dewleta tirk wê kela ruxand û veguherant mizgeftê. Tilê gundê Eyn Darê ya navçeya Şêrewa heye, di wir de jî perestgehek di bin erde ku 6 qatan pêk tê hatibû dîtin di qata wê ya dawî de jî peykela xwedewanda bi navê Îştar hebû, lê dewleta tirk vê Tilê wêrankir û veguherand cihê perwerdekirina leşkeran. Tilê navçeya Cindirêsê jî di demên Rejîma Sûrî de ji aliyên arkelogan ve hat keşif kirin û li wê tilê de çarkoşeyên dîrokî hatibû dîtin, lê ew der jî rastî êrîşên dewleta tirk hat."   'Dîroka Şêrewa tê hedef girtin'   Esmehan destnîşan kir ku li navçeya Şêrewa gelek cihên dîrokî hene û heta vê kêliyê jî bi êrîşan tê hilweşandin û wiha pêde çû: "Li navçeya Şêrewa gelek cihên wê yên dîrokî û pîroz mîna Dêra Mermeran, Kilotê, Kefer leb û cihên dîrokî li gundê Beradê heye, gel baweriya xwe li wan cîhan dianî. Lê dewleta tirk her roj êrîşî wan cihan dike û bi talana xwe dîroka resen yên gelê Efrînê qir dike."    'Di 2020'an de 25 gir û 8 cihên dîrokî hatin hilweşandin'   Esmehan diyar kir ku di sala 2020'an de 25 gir û 8 cihên dîrokî ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve hatiye rûxandin û wiha dibêje: "Li Efrînê girên pir balkêş û dîrokî mîna Dêrsiwanê, Erendê û Tirindê hene. Li gor bilançoya sala 2020'an li Efrînê 25 gir û 8 cihên dîrokî ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve hatine ruxandin. Her wiha di wan cihên dîrokî de gelek tiştên kevnar yên mîna mozayîk, perçeyên dîrokî û zêr ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve tên dizîn û li bazarên Ewrûpayê bi rêjeyek bilind tên firotin. Em cardin kiryarên dewleta tirk şermezar dikin û em ê herdem belgeyên xwe amade bikin û ji raya giştî re eşkere bikin."