Pakîze Nayir li pêy xwe mîrateyek hişt 2021-01-03 09:03:00   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Pakîze wekî Sêvê û Fatma bi sekn, hewldana xwe bû mînak. Dayika Pakîzeyê Behiye diyar kir ku her sê jin bi zanebûn hedef hatin girtin û got: "Heta ku em hebin em ê li ser şopa zarokên xwe bin." Hevala Pakîzeyê Fehîme jî diyar kir ku her sê jin li pêy xwe mîrateyek hiştin.    Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar her sê siyasetmedarên kurd, 4 sal beriya niha di dema qedexeyên derketina derve ya li Silopiyê de hatin qetilkirin. Têkoşîn û berxwedana her sê jinan hêj jî di dilê de ye. Di 14'ê kanûna 2016'an de qedexe dest pê kir û bi qedexeyê re jî berxwedan dest pê kir. Pakize Nayir li dijî qedexeyan 79 rojan li ber xwe da. Pakîze ji roja despêkê heta dawiyê jî bi telefonê agahiyên rojane ji raya giştî re ragihand. Pakîze digot "Ger Botan qezenc bike mirovahî jî dê qezenc bike."    Pakîze li Sîlopiya Şirneşê hat dinê û li vir mezin bû. Di temenê biçû de berpirsyariya aborî ya malbatê girt ser milê xwe. Di 12 saliya xwe de di tekstîlekê de xebitî û di heman demê de jî karkeriya demsalî jî dikir û diçû bajarên Tirkiyeyê. Li Silopiyê dikana kuaforiyê vekir. Hem li vir dixebitî û hem jî Hevserokatiya Meclîsa Gel a Sîlopiyê kir. Dayika Pakîzeyê Behiye Nayir û endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Fehîme Saruhan behsa berxwedan û têkoşîna Pakîzeyê kirin.    ‘Pakîze kesek hestiyar û zirek bû'   Behiye, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiya kesayetiya Pakîzeyê û got: "Keça min kesekê gelek kêfxweş bû. Têkiliya wê bi hemû hevalên re gelek baş bû. Kesek bi hestiyar bû. Kesekî zîrek bû. Hej di temenê biçûk de gelek karên giran kir. Diçû findiqan û karê dirûniyê dikir. Heta pola 5’emîn xwend û ji ber rewşa me ya aboriyê ne başbû me neşand dibistanê. Neçûyîna wê ya dibistanê di dilê wê de mabû. Tim ji xwîşkên xwe re digot bixebitin û bibin xwedî pîşe. Pakîze diçû tevlî perwerdehiya zimanê kurdî dibû. Ji bo alîkariya aboriyê bide malbatê dikana kûaforiyê vekir."   ‘Ji zarokatiyê tevlî têkoşînê bû'    Behiye, wiha bal kişand ser naskirina wê ya têkoşînê: "Li ku derê kar û xebatek û bernameyek hebûya ew diçû tevlî dibû. Di Newroz û 8’ê Adarê de derdiket ser dîkê û pêşkeşvaniyê dikir. Min jê re digot tu qet kelecanî nebûyî ji min re digot na qet kelecanî nebûme. Dema dikana kûaforê vekir ji aliyekî ve jî tevlî xebatên siyasî dibû. Hêviya malbata me bû. Mirovek pratîk bû. Ji zarokatiyê tevlî têkoşînê bû."   ‘Bi 5 guleyan Pakîzeyê înfaz kiribûn'   Behiye, diyar kir ku dema li Silopiyê qedexe dest pê kir hemû mamoste ji navçeyê hatin derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema qedexe hat îlankirin û karmend ji navçeyê hatin derxistin Pakîze digot ‘ew ê felakatê bînin serê me’ Min bawer nedikir şerê çêbibe. Lê piştî ku şer dest pê kir keça min ji taxê derneket. Roja dawiyê Pakîze çû mala xaltîka xwe û min geriya got 'ez li vê derê me'. Sêvê, Pakîze digere û dibêje 'were em biçin xwe bigihînin parlamenterên wê derê' û berê xwe didin taxê. Ew çûyîna wan a dawiyê bû. Guleyên ku ji tanzerê davêjin Sêvê dikeve. Pakîze ji bo Sêvê xilas bike parlamenteran digere û dibêje ‘hevala me birîndar e em ê bibin nexweşxaneyê' Dewlet ambûlansê naşîne heta roja din. Dema ambulans diçe cihê wan dibinînin ku 5 gule Pakîzeyê ketiye û ew hatibûn înfazkirin."    ‘Sê jin li Parîsê û sê jin jî li Silopî hedef hatin girtin’   Behiye, diyar kir ku naxwazin êdî tu kes bê kuştin û wiha bi lêv kir: "Tu kesî feydeya şerê nedîtiye. Zarokên me hatin kuştin em naxwazin zarokên tu kesî bên kuştin. Em tenê azadî û aştiyê dixwazin. Zarokên me tenê daxwaza hiqûq, edalet û azadiyê kiribûn. Keça min bi awayek hovane hat kuştin. Dema em kurd û HDP’yî bin em 'terorîst' tên îlankirin. Bila demekî nêz de azadî pêk bê. Ji ber ku edalet nîne doza zarokên me nehatin dîtin û em vê tiştî qebûl nakin. Heta ku em hebin em ê li ser şopa zarokên xwe bin. Heta kiryarên zarokên me neyên cezakirin em ê bêdeng nebînin. Bila qetîlên zarokên me bibînin. Çawa sê jinên kurd li Parîsê hatin qetilkirin li Silopiyê jî sê jinên kurd hatin qetilkirin. Ev sê jinên kurd bi zanebûn hedef hatin girtin û qetilkirin."   'Pakîzeyên nû mezin dibin'   Behiye, wiha dawiya li axaftina xwe anî: “Piştî keça min Pakîze şehîd ket me got bila Pakîzeyên me winda nebin û neyên jibîr kirin. Ji ber vê yekê me navê neviyê xwe danî Pakîze. Pakîzeya me ya biçûk niha temenê wê yek sal û nîve. Wekî ku Pakîzeya me ya mezin biçûk bûye û bûyek wek Pakîzeya niha. Sebra min bi vê Pakîzeyê tê.  Em êdî mirin û şer naxwazin. Em dixwazin xweşî bê ser vê dinyayê.”   ‘Dema tiştek bixwasta diviya pêk bianiya'    Endama TJA’yê Fehîme Saruhan ku wê demê bi Pakîze Nayir re xebitiye behsa têkoşîn û kesayetiya wê kir. Fehîme, destnîşan kir ku wê di navbera salên 2014-2015’an de Pakîzeyê nas kiriye û wiha bi lêv kir: “Min heval Pakîze ava kirina meclîsa jinê û xebatên partiyê de nas kir. Pakîze wê demê di nava rêveberiya HDP’ê de cih digirt û ez jî endama HDP’ê bûm. Me bi hev re xebatên jinan dida meşand. Pakîze aliyê aborî de ji bo piştgiriyê bide malbata xwe dikana kûaforê de jî dixebitî. Kesekê karmend bû û ji aliyekî ve jî xebatên siyasetê dimeşand. Pakîze tu carî demên xwe vala derbas nedikir. Herdu karan bi hev re dimeşand. Dema tiştekî bixwesta diviya bikira. Li gor hişmendiya pêvajoyê her tim xwe amade dikir."    'Dema qedexeyan moral dida gel'   Fehîme, daxuyand ku di nava civakê de Pakîze bi hewldan û nêzîkatiya xwe gelekî dihat hezkirin û wiha got: "Heval Pakîze demek kin de di nav gel de hat hezkirin. Ji ber ku bi rih û can tevlî xebatan dibû. Pakîze tim li gor civakê tev digeriy û li gorî wan gav davêt. Kesên biçûk re biçûk kesên mezin re mezin tevdigeriya. Demekî kurt e tevlî xebatan bû û demekî kin de bi awayek hovane hat qetilkirin. Heval Pakîze bi kesayetiya xwe û têkoşîna xwe ve dîrokekî li paş xwe hîşt. Heta tevgera jinê hebe dê xwedî vê kesayetî û têkoşînê derbikeve. Pakîze ji tevgera jinê re mîraksekê hîşt. Mîrasa berxwedan û têkoşînê hîşt. Em jin jî xwedî vê berxwedan û têkoşînê derbikevin. Pakîze li hember zilmê serî netewand û jiyana xwe dest da. Pakîze pêşenga civakê bû. Pakîze tim pêywira xwe bi cih dianî û xebatên partiyê dimeşand. Bi rih û canê xwe ji gel re bû pêşeng. Dema qedexeyan de bang li gel dikir û morelê dida gel. Ji me jinan re mîrasekê hîşt.”   ‘Jinên berxwedêr her tim dibin hedef'    Fehîme, da zanîn ku Pakîze xwedî kesayetiyekê xurt û jîr bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewletên hegoman û îktîdar cihê ku naxwaze berxwedan çêbibe êrîşê wê derê dike. Ji ber ku ji berxwedana jinê ditirsin. Jinên ku xwenaskiribe, zanebe û berxwedêr be her tim dibin hedefa dewletên serdest û îqtîdaran. Beriya Sêvê, Pakîze û Fatma li Parîsê jî sê jin bi awayek hovane hatin qetilkirin. Gelek hevalên me yên jin bi vê awayî hatin qetilkirin. Jina ku azadiya wê civakê dixwaze her tim hedef hatiye girtin û qetilkirin.”