ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'Ê 2021-01-03 09:00:00   * Rêvebera Kongreya Star a Herêma Efrînê Wehîda Xelîl bal kişand ser êrişên li hemberî jinê û got: "Bi hedef girtina jinan dixwazin vîn û berxwedana gelan bişkînin." BI DÎMEN    *Rêveberiya Kargeha Şûnwaran a Herêma Efrînê Esmehan Ehmed guhertina demografiya Efrînê nirxand û got: "Di sala 2020'an de li Efrînê 25 gir û 8 cihên dîrokî hatin talankirin. Her wiha gelek tiştên kevnar yên mîna mozayîk, perçeyên dîrokî, zêr hatin dizîn û li bazarên Ewropayê hatin firotin. Me gelek belge di derbarê Efrînê de amade kir lê heta niha bersivek nehatiye dayîn." BI DÎMEN    *Pakîze wekî Sêvê û Fatma bi sekn, hewldana xwe bû mînak. Dayika Pakîzeyê Behiye diyar kir ku her sê jin bi zanebûn hedef hatin girtin û got: "Heta ku em hebin em ê li ser şopa zarokên xwe bin." Hevala Pakîzeyê Fehîme jî diyar kir ku her sê jin li pêy xwe mîrateyek hiştin. BI DÎMEN    *Şerîfe 80 salî ye bi tena serê xwe, Sultana 77 salî jî bi 2 neviyên xwe re li Qoserê di nava xizaniyê de hewl didin ku bijîn. Rewşa her du jinên pîr, asta qeyrana aboriyê yekcar radixe ber çavan. Her du jinên ku êdî nikarin nanê rojane bistînin banga alîkariyê kirin. BI DÎMEN    *Di pêşkeşkirina nûçeyên derbarê kuştin û şîdeta li hemberî jinê de pirsên wekî “Te çima kuşt?" û “Tu çima bi şîdetê re rûbirû mayî?" tê kirin. Çapemenî pirsên xwe hincetên şîdetê diafirîne û şîdet û kuştinê meşrû dike. MEDYA KRÎTÎK