Xizmên Windayan aqûbeta Ahmet Tekîn pirsîn 2021-01-02 13:54:10   AMED - Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê vê hefteyê aqûbeta Ahmet Tekîn pirsîn.   Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" di hefteya 621’an de berdewam kirin. Mabatan û ÎHD'ê ji ber vîrûsa koronayê çalakiya xwe li ser medyaya civakî pêk anîn. Malbatan vê hefteyê aqûbeta Ahmet Tekîn ê ku di sala 1994'an de ji hêla Fermandariya Cendirmeyan a Liceya Amedê ve hatibû binçavkirin û piştre hat windakirin kirin pirsîn.    Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD'ê Rahşan Bataray Saman çîroka Ahmet Tekîn vegot. Rahşan anî ziman ku di gulana 1994'an de leşkeran li ser rêya Liceyê dolmîşa ku Ahmet têde bû rawestandin û Ahmet ji dolmîşê daxistin. Rahşan da zanîn ku leşkeran piştî Ahmet binçavkir ew birin Fermandariya Jendirmeyan a Liceyê.   Rahşan, da zanîn ku piştî malbata Ahmet agahî ji Ahmet Tekîn negirtin serî li Serdozgeriya Komarê ya Liceyê didin û got: "Ji ber dozgeriyê biryara bêşopandinê da, dosya şandin 7'emîn Fermandariya Milê Artêşê ya Amedê. Birayê Ahmet Bedrî Tekin jî piştî Ahmet winda bû serî li Şaxa ÎHD’ê dabû. Birayê Ahmet dema serlêdanê de wiha gotibû 'Şahidên me hene ku Ahmet birine Fermandariya Cendirmeyan. Piştî ku me zanî li vir re dayika min çû fermandariyê. Li vir Ahmet dibîne. Piştî ku dayika min qêr dike serbazê bi navê Şahabettîn êrişê dayika min dike.' Hemû hewldanên malbatê bê encam man."    Rahşan, anî ziman ku Ahmet di sala 1994'an de li Fermandariya Jendirmeyan a Liceyê hat binçavkirin û 26 sal in agahî jê nayê girtin.