Li Qersê qeyûmê navên ‘mor’ guhert! 2021-01-02 12:43:29   QERS - Qeyûma Qersê navê Cafeya Mor kir "Turkuaz Kafe", û navê Xeta Mor jî kir "Xeta Piştevaniya Jinan".    Wezareta Karên Navxweyî di 2’yê cotmeha 2020’an de Waliyê Qersê Turker Oksuz wek qeyûm tayînê Şaredariya Qersê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. Şaredariya ku di bin rêveberiya qeyûm de ye navê Mor Cafe û Xeta Mor ên di serdema HDP’ê de hatin vekirin, guhert. Navê Cafeya Mor a di 24’ê tebaxa 2019’an de ji bo îstîhdamê hatibû vekirin guherand û kir “Turkuaz Kafe.” Her wiha balkêş e ku tîpa “u” jî bi şekle remza heyv û stêrkan hatiye nivîsandin.   Qeyûm navê Xeta Mor jî guherand û navê “Xeta Piştevaniya Jinan” lê kir. Xeta Mor di 28’ê gulana 2020’an de ji aliyê Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen ên qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin ve hatibû vekirin.