TAJÊ bi minasebeta sala nû çûn serdana asayîşan 2021-01-02 09:05:33   Viyan Seid - Nesrîn Hûsin    SENGAL - Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi minasebeta sala nû çûn serdana Asayîşên Xanesor, Behrewa, Sînûnê û Diholayê. Jinan di serdanan de wiha axivîn: "Heta niha me li hemberî dijmin serî netewand û niha şûnde jî em natewînin û dê serkeftin bibe ya me"   Endamên Tegera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya pîrozbahiya sala nû de duh çûn serdana Asayîşên Bajarok Xanesorê ya girêdayî Şengalê, Asayişa Behrewa, Sînûnê û Dihola. Li vir piştevaniya xwe anîn ziman. Endama TAJÊ Xoxê Cindî û Emşê Şengalî derbarê serdanên xwe de ji ajansa me re axivîn.    Xoxê, bi pîrozkirina sala nû wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em vê salê vê cejnê li tevahî êzidiyan, tevahî endamê asayişên YBŞ û YJŞ’a xwe piroz dikin. Em hêvî dikin ku ev sal ji bo tevahî gelên bindest bibe sala azadî û aramiyê. Her wiha taybet ji bo Şengala me bibe sala serkeftinê. Ev bû 7 sal rêxistina me ava bû, em ê vê rêxistina xwe bi zarokên xwe mezin bikin. Em ê di vê salê de kedeke mezintir bidin ku em xweseriya xwe bi destdixin û ta ku em ewlehiya Şengalê bi zarokên xwe fermî dikin. Heya niha me li hemberî dijminê serî netewand niha şûnde jî em natewînin, wê serkeftin bibe ya me.”   Emşê jî di axaftina xwe de bal kişand ser hêviyên xwe ya sala nû û wiha got: "Em sala 2021’ê li Rêber Apo, tevahî êzidiyan, tevahî hêzên xwe pîroz dikin. Em bi hêvîne ku sala li pêşîya me bibe wesîleya serkeftina me. Sala 2020’ê bi berxwedan û kedeke mezin tejî bû lê ji bo em bigehijin serkeftinê. Em ê ji vî û şûnde heta serkeftinê bê navber têkoşîna xwe bidomînin. Em serî natewînin."