'Cîhan bi fîşekên hewayî, em jî bi top û obîsan sala nû pêşwazî dikin' 2021-01-02 09:03:15   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Jinên ku li gundê Dirdarê dijîn da zanîn ku du meh zêdetirin êrîş zêde bûne û gotin: "Cîhan bi fîşekên hewayî û em jî bi topebaran û obîsan çetayan sersala 2021'î pêşwazî dikin."    Ji 9'ê Cotmeha 2019'an ve heya vê kêliyê jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, taybet ên seraserî sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê de, dibin hedefa top, balafir û guleyên dewleta tirk. Hêzên Rûsî garantore li herêmê û hebûna leşkerên hikûmeta Şamê, li hemberî êrişan bi erka xwe tevnagerin. Gelek caran baragehên Hêzên Rûsî yên li navçeya Til Temirê hatin topebarankirin. Lê heta niha tu helwest nehatiye nîşandan. Çeteyan gelek noqteyên xwe li ser rêya M4 û Zirganê jî çêkirin û bi dehan ji çek û cebilxane û çeteyên xwe sewqî gundên Erbîn, Leylan, Qasimiyê, Rîhaniyê û Reşîdiyê ve kirin.    Şevek bêyî gulebaran û topbarana çeteyên derbas nabe. Şêniyên gundê Dirdarayê ligel şer heyî sala nû pêşwazî dikin û hest û ramanên xwe ji ajansa me re parvekirin.    'Her ez dibeziyam ez dikulim û diketim'   Metra El-Hemad ya 70 salî demê ku me berê xwe dida gund, li rex rêya ku diçe Til Temirê rûniştibû û destê wê li ber rûyê wê bû, dihizirî ku wê çawa biçe Til Temir û ji wir derkeve Hesekê. Da ku biçe cem bijîşkê ku wê ji nexweşiya wê re derman bibîne. Demê ku min pirsa rewşa wê kir? Bi kesereke kûr û dirêj bersiv da û wiha behsa kêliyên topbaranê kir: "Ma ez ê çi bêjim û çi nebêjim, duh di saetên êvarî de topbaran çêbû û da ku em jiyana xwe ji mirinê xilas bikin, em ber bi erdên çandiniyê û newalan ve çûn. Her gaveke ku ez dimeşiyam ez diketim nava heriyê. Em gelek westiyan û me mirin bi çavên xwe dît. Her ku em dibeziyan topbaran zêde dibû, yek li nêzî ciyê çem ket. Ji saet 1 ve em li çolê li ber wê serm û seqemê bûn. Me mirin bi çavên xwe dît, ji ber ku her ez dibeziyam ez dikuliyam û diketim. Ne tenê em me pez û çêlekên xwe jî bi xwe re derxistin."   'Kêfxweşî û coş ji sersalê re tune ye'   Metra da ku li bijîşkê xwe dereng nemîne, di dawiya gotina xwe de hêvî û daxwazên sala 2021'an anî ziman û wiha got: "Ma di nava vî şerî û tirsê de wê sersala me çawa be? Demê ku şer nebe sersala me bûhişte lê demê ku şer, topbaran û tirs hebe kêfxweşî ji sersalê re tune ye. Ez hêvî dikim ku ev agir vemire û şer raweste û em dîsa vegerin jiyana xwe bidomînin. Hêviya min serkeftin e."   'Cîhan bi fîşekên hewayî û me jî bi top û obîsan pêşwazî kir'   Emîra El-Erna tevî zarokên xwe mîna ew dara ku di hewşa wê de xwedî temenekî dirêj e, bi axa xwe ve girêdayî ye û ligel ku topbaran çêdibe, dest ji mala xwe ber neda ye. Emîrayê di gotina xwe de sala 2020'an vegot û hêviyên 2021'an jî wiha anî ziman: "Sala 2020'an me bi dagirkerî, topbaran, şer û koçberî derbas kir. Niha jî cîhan sersala 2021'an bi fîşekên hewayî û me jî bi top û obîsên dewleta tirk a dagirker pêşwazî kir. Hêviya min ji sala nû ew e ku aramî pêk were."