ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'Ê 2021-01-02 09:00:00   *Jinên bajarê Hesekê derbarê biryara girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de helwestên xwe nîşan dan û bang li mercên  hiqûqî kirin ku doza Leyla bivin Dadgeha Navneteweyî ya Bilind. BI DÎMEN    *Jinên ku li gundê Dirdarê dijîn da zanîn ku du meh zêdetirin êrîş zêde bûne û gotin: "Cîhan bi fîşekên hewayî û em jî bi topebaran û obîsan çetayan sersala 2021'î pêşwazî dikin." BI DÎMEN    *Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 37'emîn de ye. Her roja ku derbas dibe tirs û fikara malbatan zêde dibe. Kurê Sevgî Kaya girtiye û Sevgî bang li civakê dike û dibêje: "Zarokên me di girtîgehan de ji bo me di grevê de ne. Em ê çawa di cihê xwe de rehet bisekinin, çawa bi dilek rihet xwarin bixwin. Kesên ku dibêjin ez kurd im bila xwedî li nirxê xwe derdikeve." BI DÎMEN    *Fatma Uyar, Sêvê Demîr û Pakize Nayir li ser axa Botanê li hemberî zilmê têkoşînek mezin dan. Dayika Fatma Uyar, Hatîce Uyar, da zanîn ku keça wê her tim li pêy heqîqetê bû û got: "Em tu carî vê hovitiyê ji bir nakin. Heta îro jî sûcdar nehatin cezakirin. Lê divê bê zanin ku em ê her tim li pêy doza wan bin." BI DÎMEN