‘Bi têkoşînê em ê sala nû bikin sala serkeftina Êzidxanê’ 2021-01-01 11:17:29   Evîn Zenda - Elmaz Nayîf    ŞENGAL - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi minasebata sersalê çûn serdana tevahiya Asayişên Şengalê û li vir peyama xwe ya sersalê wiha anîn ziman: "Em bi hêzên xwe serbilindin. Em di wê baweriyê de ne ku sala 2021’ê dê bi saya berxwedan û têkoşînê bibe sala azadiya me û bibe sala serkeftina me.”   Bi mabesta sersalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) çû serdana tevahî baregehên asayişên xwe û cejna wan pîroz kirin. Jinan di destpêkê de çûn Navenda Asayiş Şengalê. Li Navenda Asayişê 31 roj in bi dirûşma “Em hemû asayiş in” kon hatiye vedan. Li vir jinan hêvî û daxwazên xwe yên ji bo sala nû anîn ziman.    Niam Hesen bi pîroz kirina cejna sala nû wiha dest bi gotinên xwe kir: “Em weke endamên TAJÊ îro wê cejna tevahî Asayişên Şengalê pîroz dikin. Em vê salê li tevahî êzidiyan pîroz dikin. Bila xwedê û melekê tawûs bi hêvîne ku sala nû bibe sala serkeftina êzidiyan û bila bibe sala tifak û azadiya me. Her wiha em hêvî dikin tevahî gelên bindest di vê sala nû de bigihêjin armanc û azadiya xwe. Em serkeftinê ji tevahî gelên berxwedêr re dixazin her wiha ji gelê Şengal û asayişa xwe re dixwazin. Me çawa ku heya niha piştevaniya hêzên xwe yên Êzidxanê kiriye em ê sala nû de jî bi heman şêweyê piştgiriya xwe bidomînin. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin û em ê bighijîn armanca xwe."    Endama Rêveberiya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Ferîda Şengalî jî bi heman şêweyê sersala endanên asayişê pîroz kir û got: “Bi minasebeta sersalê em hatine cejna endamên asayişê pîroz bikin her wiha di heman demê de Cejna Batizmê ye jî em vê cejnê jî li tevahî êzidî û eşîrê pîroz dikin. Di dîroka Êzidxanê de her tim berxwedanên mezin pêk hatine. Niha jî bi saya gelê me û asayişên me berxwedana mezin pêk tê. Dijmin dixwaze asayişa me tûnebike lê bi saya vê berxwedanê heya niha nikare tiştek bike. Bi saya asayişê em di nava ewlehiyê de dijîn. Em bi hêzên xwe serbilindin û heya dawî em ê bi asayişên xwe re têkoşînê bidin. Em di wê baweriyê de ne ku sala 2021’ê wê bi saya berxwedan û têkoşîna me bibe sala azadiya me û bibe sala serkeftina me.”