Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 36'emîn de ye 2021-01-01 09:12:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên li girtîgehan dabûn destpêkirin ket roja xwe ya 36'emîn.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku koma 7'an dewr girt di roja 36'an de didome.    Girtiyên çalakiya greva birçîbûnê didomînin gotin: "Divê demildest daxwazên me bên qebûlkirin."