'Yekitî wê me bibe serkeftinê' 2021-01-01 09:06:58   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Dayikên Şirnexî, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anîn ziman ku bi girankirina tecrîdê re li Tirkiyê rewş ber bi xirabiyê ve çûye. Dayikan, got: “Ji bo rakina tecrîdê divê em dayik pêşengtiyê bikin. Em bi hev re bibêjin deriyê Îmraliyê bişkînin  û tecrîda li ser Serok rakin. Yekitiya me ew ê me bibe serkeftinê.”   Tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan roj bi roj girantir dibe. Biryarên wekî qedexeya telefon û qedexeya hevdtina bi parêzeran re jî girankirina tecrîdê nîşan didin. Li hemberî tecrîdê bertek û nêrazîbûnên gel jî her roj zêdetir dibin. Her wiha li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê piştî greva di pêşengiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê li girtîgehan hat destpêkirin bi sal û nîvekê dîsa girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li girtîgehên cuda cuda tên girtin li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dan destpêkirin.   Dayikên Şirnexî bertek nîşanê tecrîda girankirî dan û gotin tecrîd sûcê mirovahiyê ye.   ‘Li ser Serok zilmê dikin’   Zumrete Çakir, got tecrîda girankirî zilme û li dijî mirovahiyê ye. Zumrete, diyar kir ku 20 salin Abdullah Ocalan di bin tecrîdekê giran de ye û wiha domand: “Li ser Serok zilmê dikin. Ev zilm û tecrîda kut ê kirin nayê qebûl kirin. Ev tecrîda girankirî di tu dewletê de nayê qebûlkirin. Bi girankirina tecrîdê ve naxwazin ku hevdîtin pêk bên. Bila dawî vê tecrîda girakirî bînin. Ger ev tecrît bi dawî bibe dê şer jî bi dawî bibe. Ji ber ku ger Serok fikr û ramanên xwe bîne ziman dê çareseriyek bê dîtin.”   ‘Em tecrîda ku hatiye girankirin hovîtiye’   Zumrete, destnîşan kir ku ew ji tendûristiya Abdullah Ocalan gelek bi fikar in û wiha pêlda axaftina xwe: “Ji ber ku ev demeke dirêje bi Serok re hevdîtin nayên kirin em nizanin ku tendûristiya wî di çi astê de ye. Em tecrîda ku hatiye girankirin wekî hovîtî bi nav dikin. Di tu dewletan de mînakek bi vî rengî tune ye. Dewleta tirk çima vî tiştî dike. Ev tiştên wisa di olde jî tune ne.”   'Em ê ji bo rakirina tecrîdê pêşengtiyê bikin'    Zumrete, ji bo rakirina tecrîdê ev bang kir: “Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe divê Gelê Kurd rabe ser piyan û xwedî li serok derkeve. Rakirina tecrîdê û azadkirina Serok di destên me de ye. Ger ku em dengê xwe bilind bikin û li dijî tecrîdê derbikevin dê bi dawî bibe. Em îro bi saya Serok hebûna jinê û mafên jinê nas dikin. Em bi saya Serok rabûn ser piyan û me dest bi têkoşînê kir. Ev serkeftina ku me jinan bi dest xistiye bi saya Serok e. Divê ji bo rakirina tecrîdê jî em jin dengê xwe bilind bikin û ji bo rakirina tecrîdê pêşengtiyê bikin.”   ‘Ji Serok ditirsin’   Ayşe Hezer jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatiye girankirin li dijî mirovahiyê ye û bi lêv kir ku kesekî di girtîgehê de di nav çar dîwaran de ye çima vê tecrîdê li ser pêk tînin û ev tişt anî ziman: “Li tu derê mînaka vê tecrîdê tune ye. Divê her kes li hember vê tecrîda girankirî dengê xwe bilind bike. Girtina rêberekî di girtîgehê de nayê qebûlkirin. Kesên ku îro Serok girtine û tecrîda li ser giran kirine jê ditirsin. Loma ku tecrîd giran kirine.   Destûrê nadin ku ne malbat û ne jî parêzer bi Serok re hevdîtinê bikin.”   ‘Wê tecrîd rojekê bê rakirin’   Ayşe, da zanîn ku bi girankirina tecrîdê re li Kurdistan û Tirkiyê şer zêdetir bûye û got: “Bi girankirina tecrîdê re tundî û qirkirina jinan, destdirêjiya li zarokan zêde bûye. Her wiha goristanên me hemû hatin hilweşandin. Ji hestiyên zarokên me jî ditirsin. Êrîşî partiyên me dikin. Ji her aliyî de êrîşî me kurdan dikin. Lê belê ew çi dikin bila bikin em ji wan natirsin. Em serê xwe tu carî li ber wan natewînin. Em ê tim li ser şopa zarok û partiya xwe bin. Bi salane li dijî me kurdan asteng û qedexeyan ava dikin. Sedema van hemû yan jî girankirina tecrîdê ye. Ew çi dikin bila bikin dê ev tecrîd rojekê  bi dawî bibe.”   ‘Erdogan hemû tişt têk bir’   Ayşe, bi lêv kir ku îqtîdara AKP’ê ji boş şer gûr bike aborî aniye asta tunebûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên ku îro di her aliyî de şer bi awayek israr dimeşînin daxwaza wan a aştiyê tune ye. Ji ber daxwaza aştiyê tune ye şer didomînin. Tirkiye têk çûye. Erdogan hemû tişt têk bir. Tirkiye îro di tehlûkeyek mezin de ye. Ji ber ku di her aliyê de têk çûye. Kesên ku serweriya vî welatî dikin nikarin rêve bibin.  Lewra jî em carekedin dibêjin ji bo çareseriya van hemû pirsgirêkan rakirina tecrîdê pêwist e.”   ‘Yekitiya me ew ê me bibe serkeftinê’   Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de got ku ew wek dayik li hember şerê tê meşandin tu carî serê xwe natewînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê xwedî li Serok û zarokên xwe derbikevin. Divê em dayik li hember kuştin û êrîşan dest bidin destên hev. Ji bo sekna li hemberî şer yektî girîng e. Divê em dayik hemû rabin ser piyan û dest bidin destên hev û baga xwe mezin bikin.  Em ê bi hev re bibêjin deriyê Îmraliyê bişkînin  û tecrîda li ser Serok rakin. Dema ku em bibin yek wê demê wê erdogan jî ji neçarî tecrîdê rake. Divê em kurd bibin yek. Yekitiya me ew ê me bibe serkeftinê û em ê bi ser kevin.  .”