Jinên Qamişloyê: Bi hêviya ku sala nû bibe sala azadiyê 2021-01-01 09:03:48   Rojda seyidxan   QAMIŞLO - Jinên bajarê Qamişloyê bi hatina sala nû ya 2021'ê daxwazên xwe anîn ziman û diyar kir kirin ku hêviya wan ew e ku sala nû bibe sala azadî û ewlehiyê.   Di her sersalekê de hêvî, daxwaz û kelecanek heye û ev roj li tevahî cîhanê tê pîrozkirin û mirov daxwazên xwe parve dikin. Di sala 2020'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek êş, zehmetî û alozî hatin jiyîn. Her wiha Vîrûsa Koronayê ku yekem car li welatê Çînê derketibû bû belayê tevahî cîhanê. Bi hatina sala nû jinên bajarê Qamişloyê amadekariyan dikin û bi hêviyeke mezin li benda sala nû ne. Jinên bajarê Qamişloyê bi rêya ajansa me zehmetiyên ku di sala 2020'an de jiyan e û hêviyên xwe ji bo sersala nû parve kirin.   'Hêviya me ew e ku axa me ji dagirkeran paqij bibe'    Jina bi navê Leyla Murad sala nû li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê pîroz kir û wiha domand: "Bi nêzîkbûna sala nû hêvî û kêyfxweşiya me zêde dibe. Em sala nû di serî de li Rêber Apo û şervanên azadiyê pîroz dikin. Ji ber îro em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo hebûna xwe nas dikin û civaka xwe bi pêşengtiya jinê bi rê ve dibin. Di sala 2020'an de gelek azar hatin jiyîn û me gelek welatiyên xwe di encama êrîşên dewleta tirk de winda kir, hêviya me ew e ku di vê sersalê de aramî were welatê me û em ji dagirkeriyê xelas bibin."   'Em bi hêvî ne di sala nû de yekrêziya kurdî encam bigire'   Xêriya Mado sala nû li tevahî mirovên azadîxwaz pîroz kir û got: "Sala 2020'an saleke bi êş, zehmet û aloz bû. Her wiha bi şewba vîrûsê re jiyana me ket bin tehlûkeyê de, lê tedbîrên ku Rêveberiya Xweser ji bo gel girtiye, gelek encamên erênî derxist. Ez jî wek kes bi şewba vîrûsê ketim, lê bi dermanên xwezayî min bi hêsanî derbas kir. Di heman demê de bi Zagona Qeyserê re jiyîn, zehmet bû, ji ber rêjeya dolarê me nedikarî pêwistiyên xwe yên jiyanî jî pêk bînin. Ev zagon dibe li ser Rejîma Sûriyeyê hatiye ferzkirin, lê ya ku herî zêde zehmetî jiya, şêniyên Sûriyeyê bû. Hêviya min bi sala nû re ew e ku yekrezîya kurdî di vê sala nû de encam bigire, ji ber em dikarin bi yekrêzî û hevgirtina xwe yekîtiya gelan ava bikin û destkeftiyên xwe biparêzin."   'Di her sersalekê de hêviya me ji nû de şîn dibe'   Fatma Xuşnav di serî de sersala nû li tevahî gelan pîroz kir û diyar kir ku ew hêvî dikin ku ev sal bibe sala azadî û aramiyê û bidawîbûna dagirkeriyê û wiha pêde çû: "Di her sersalekê de hêviya me ji nû de şîn dibe, ji ber her sersalek pêvajoyek nû bi xwe re diafirîne. Di sala 2020'an de gelek alozî, êş û zehmetî hatin jiyîn. Her wiha di vê salê de dewleta tirk û hevkarên wê bi awayekî hovane êrîşî herêmên me dikirin. Mafê her mirovekî ye ku li ser axa xwe bi aram û azadî bijî, di vê sersalê de jî hêvî û daxwaza me ew e ku dagirker ji axa me derkevin û em jî wek her mirovekî bi aramî û bi ewle bijîn."   'Em ê berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê mezin bikin'   Emîne Ehmed destnîşan kir ku daxwaza wan ew e ku di vê sala nû de dagirker ji axa wan derkeve û hemû pêkhate bi hev re di nava aramîyê de bijîn û got: "Em di sala 2020'an de gelek êş jiyan û gelek alozî hatin jiyîn. Her wiha jinan li dijî dagirkerî û siyaseta qirker a dewleta tirk têkoşînek bêhempa meşandin. Heta roja îro jî dewleta tirk û hevkarên wê bi awayekî hovane li tevahî Kurdistanê êrîşî destkeftiyên jinan dike, hêviya me ew e ku di vê sala nû de em berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê mezin bikin. Her wiha daxwaza me ew e ku em Rêberê xwe ji zindana Îmraliyê rizgar bikin."