ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2021'Ê 2021-01-01 09:00:00   *Rêvebera Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Helebê Leyla Xalid, girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven weke destdirêjiya li ser nirxên jinê pênase kir û ev tişt got: "Cezayê ku li Leyla Guven hatiye birîn, ne biryareke hiqûqî ye. Dewleta tirk ji hêz û têkoşîna jina kurd bi tirs e. Sekna Leyla ji bo van kiryarên nehiqûqî bersiva herî bi rûmet e." DÎMEN HEYE   * Jinên bajarê Qamişloyê bi hatina sala nû ya 2021'ê daxwazên xwe anîn ziman û diyar kir kirin ku hêviya wan ew e ku sala nû bibe sala azadî û ewlehiyê. DÎMEN HEYE   *Jinên ji Kantona Kobanê bi munasebeta hatina sala nû nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku hêviyên wan ên di sala 2021'ê de aramî û ewlehiya herêmê ye.  DÎMEN HEYE   *Endam û Rêveberiyên Meclîsa Kantona Şehbayê piştgiriya xwe ji bo girtiyên siyasî yên ku dest bi greva birçîbûnê kirine anîn ziman û dan zanîn ku girtiyên siyasî yên ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi gireva birçîbûnê kirine wê bigihêjin armancên xwe.  DÎMEN HEYE   *Berhemên xwezayî yên ku jinan di havînê de kedeke mezin ji bo wan dan bi tamên xwe yên xweş cihê xwe yên li ser tezgahê girtin. Gelek berhemên ji şênkahiyê jî çêdibin ên wekî penîrê ji gihayê, cureyên hingiv û gelek berhemên xwezayî li hêviya kirîna muşteriyan in. DÎMEN HEYE   *  Mamosteya Akademiya Ma Muzikê Evîn Tîryakî diyar kir ku projeyên cûrbicûr yên wan hene û got: “Armanca me ew e ku em vî bajarî bê muzîk nehêlin." BI DÎMEN    *Dayikên Şirnexî, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anîn ziman ku bi girankirina tecrîdê re li Tirkiyê rewş ber bi xirabiyê ve çûye. Dayikan, got: “Ji bo rakina tecrîdê divê em dayik pêşengtiyê bikin. Em bi hev re bibêjin deriyê Îmraliyê bişkînin  û tecrîda li ser Serok rakin. Yekitiya me ew ê me bibe serkeftinê.” DÎMEN HEYE