Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê ji bo Leyla Guven daxuyanî dan 2020-12-31 15:17:20   MÊRDÎN - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê girtina Leyla Guven şermezar kirin û gotin pêwîst e hîna nebûye dereng daxwazên girtiyan pêk bînin.   Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê bi boneya girtina Hevseroka Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven şermezar bikin û balê bikişînin ser daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ne li avahiya HDP'ê ya Nisêbînê daxuyanî dan. Li ser navê dayikan berdevka meclîsê Perîxan Altung axivî.   'Li hemberî aşitiyê kemînek danîn'   Perîxanê sersala nû li Leyla Guven, girtiyên siyasî pîroz kir û wisa dest bi axaftinê kir: "Ez hêvî dikim ku ev sala nû bibe sala edalet, demokrasî, azadî û aşitiyê. Leyla Guven ji siyasetmendarek jin dayikek ku ji bo aşitiyê ked dida ye. Wê ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû jinan û mirovahiyê ev ked dida. Girtina wê li hemberî aşitiyê kemînek e. Em weke jin weke dayîk girtina wê şermezar dikin û em daxwaz dikin ku demildest ew û hem3u rêhevalên wê azad werin berdan."   'Bila êdî dayîk negirîn'   Perîxan bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha got: " Li dijî bêedaletiyê, li dijî tecrîta li ser Abdullah Ocalan bi hezaran girtî cardin canê xwe didin ber birçîbûnê. Daxwaza me pêkanîna daxwaza wan e.  Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin û bila êdî dayîk negirîn."   Dayikên Aşitiyê piştî daxuyaniyê çûn taziya Dayika Aşitiyê Hediye Ozalp a ku beriya niha 2 roja jiyana xwe ji dest daye.