Ayşe Acar: Em qadan terk nakin û destên hev bernadin 2020-12-31 14:56:44   AMED - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di civîna xwe ya heftane de sala 2020'î nirxand, ji bo 2021'ê  bang li jinan kir û got, "Dixwazin me ji qadan hepsî malê bikin, em qadan naterikînin.  Em ê destên hev bigirin û bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin. Nêrîna we ya siyasî çi dibe bila bibe werin em bi hev re ji bo xwe planekî lezgîn ê çalakiyan bikin. Ji bo ku sala 2021'ê bibe sala azadiya jinan werin em bi hev re li ber xwe bidin."   Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Ayşe Acar Başaran, li Avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civîna xwe ya heftane li dar xist. Ayşe di civînê de têkoşîna jinan a sala 2020'î nirxand.    'Siyaseta bi mirinê re rûbirû bimînin'   Ayşe diyar kir ku ew di sala 2020'î  de bûne şahidê ku çawa welat rêve hatiye birin û got, "Li tevahiya cîhanê kirîza ku kapîtalîzmê derxist bedela wê, li gelan, kedkaran û xizanan hat birîn.  Sala 2020'î bû sala aşkerekirina 18 salên AKP'ê ku çawa dijminantiya jinan kiriye.  Bi banga 'li malê bimînin' re ji jinan hat xwestin ku li malê bimînin, birçî bimînin, tundiyê bibînin û bi birçîbûnê re rûbirû bimînin."   Ayşe diyar kir ku bi polîtîkayên zayenparêz û mîlîtarîst ên AKP'ê re ev sal bû sala ku bi sedan jinan jiyana xwe ji dest da.  AKP di bedêla ku tundiya li jinan tê kirin asteng bike û li dijî qirkirina jinan mekanîzmayan ava bike, bi qanûna înfazê re kujerên jin û zarokan û kesên tecawiz kirin serbest berdan. "    Hin sernavên ku di axaftina Ayşe de derketin pêş wiha ne: " Ev sal bû sala ku polîtîkayên qeyûman bê naber bên berdewamkirin û aşkera bû ku ev polîtîkayên qeyûman dijiminên jinan e.  Bi van polîtîkayan re di sala 2020'î de saziyên jinan hatin girtin û saziyên mayî jî mêr tayînî wan hatin kirin.  Êrîşî saziyên jinan hat kirin. Bi caran êrîşî TJA û Komeleya Jinan a Rosayê hat kirin  û jin hatin binçavkirin û girtin. Herî dawî jî di dawiya sala 2020'î de 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li têkoşera tevgera azadiya kurd Leyla Guven hat birîn, hat binçavkirin û hat girtin."   Me li hemû qadan têkoşîn da   Em jin di vê salê de jî li qadan bûn û me têkoşîn û berxwedana xwe mezin kir. Sala 2020'î, ji bo me bû sala ku em xwedî li destkeftiyên xwe derên û bû sala ku ji bo em destkeftiyên xwe bi parêzin me binçavkirin û girtin da ber çavên xwe û têkoşîna xwe mezin kir.    Dema ku em ber bi dawiya sala 2020'î ve hatin tabloya tundiya jinê giran bû. Îqtîdara naxwaze van daneyan parve bike û bêdeng dimîne.  Lê li gorî daneyên ku saziyên jinan parve kirin sala 2020'î di 11 mehên dawîn ên salê de 275 jin hatine qetilkirin  û 161 jinan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane. Em dijberî Wezareta Xebata û Xizmetên Civakî dizanin ku ev ne mirina bi gûman e û qetilkriin e.  Tecawizî 4 jinan hatiye kirin, 115 bûyerên destdirêjiyê pêk hatine û li 275 zarokan jî destdirêjî hatiye kirin. Ev tenê daneyên ku di çapemeniyê de cih girtine û ji aliyê saziyên jinan ve hatine parvekirin."   Dixwazin me ji qadan hepsî malê bikin, em qadan naterikînin.  Em ê destên hev bigirin û bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin. Nêrîna we ya siyasî çi dibe bila bibe werin em bi hev re ji bo xwe planekî lezgîn ê çalakiyan bikin. Ji bo ku sala 2021'ê bibe sala azadiya jinan werin em bi hev re li ber xwe bidin.   Emê tûndîtiyê ji hiolê rakin    Têkçûna wan duh li Enqerê xûya bû. Jinên ku li dijî tundiya li ser jinê bertek nîşan dan bi fermana Wezareta Karên Hundir lêdan xwarin û hatin binçavkirin. Wezîrê Karê Hundurîn nikare tu çareseriyekê ji me re bibîne. Wezîrekî gefan li muxalefetê dixwe, herkesi terorîst  îlan dike û ji ber ku nikare tu çareseriyê bibîne dijminantiya me dike.Em ê jin van pirsgirêkan çareser bikin. Ji xwe demeke wan kurt maye. Di hilbijartina ewil de ew ê bi bin kevin û dê biçin. Em ê li şûna Wezîrê Karên Hundir yê niha kesekî/e dikare rewşa jinê fam bike bi tevahî hilbijêrin û em ê bi tevahî pirsgirêkan çareser bikin. Em ê li şûna Wezîrê Edeletê ku li şûna maf û edaletê bi cih bîne mafê mêran diparêze Wezîreke Edaletê ya zana ku ji rêxistina jinê hatîye û bikaribe ji bo mafên jinan erka xwe bi kar bîne hilbijêrin. Em ê Wezareta Jinan ava bikin û bi Wezîrtetê ve girêdayî em ê şaxên ku li dijî tundiya jinê xebatan bike ava bikin û em ê bi tevahî li hemberê neheqîyan bisekirin.   Ji bo ku sala 2021’ê bibe sala pergala azadiya jinê û li dijî van êrîşên li ser jinê tên kirin em ê xebateke giştî bimeşînin. Ji bo vê çi pêwist be em ê wê bikin. Em wek Meclîsa Jinan a HDP’ê pirsgirêkin jinê dê bibin mijara me ya sereke. Em ê  tevî sala 2021’ê jî di çerçoveya banga xwe de ji bo ku vê pirsgirikê bi tevahî çaresser bikin  serî li hemû sazîyên jinê û partiyên din bidin. Em ê di sala 2021’ê de li qadan û meclîsê biin. Em ê li hişmendîya baviksaklarî çokbidin vedan. Sala 2021’ê wê nebe saleke ku heroj hejmara jinên tên kuştin bê aşkerakirin. Em ê jin bi ser kevin. Em dikarin bi ser kevin û ez bi van hestên xwe sala nûh li hemû jnan piroz dikim.   5’ê Çileyê salvegera qetlikirina Sêvê Demîr, Pkîze Nayir û Fatma Uyar e. Em hersêk jinên li Sîlopî û hersêk jinên ku li Firansyê hatin qetilkirin bi rêzarî bi bîr tînin. Em ê li dijî polîtîkayên qirker ên li hundir û li derve ku îqtîdar pêş dixe têkoşîna xwe mezin bikin. ”