Tevgera Xwendekarên Demokratîk ji bo girtiyên di grevê de daxuyanî da 2020-12-31 14:09:38   ŞEHBA - Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Herêma Efrînê têkildarî berxwedana girtiyên siyasî yên di zindanan de, daxuyanî da.   Bi armanca xwedîderketina li çalakiya gerva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di zindanên Bakur û Tirkiyeyê de, Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê daxuyanî da. Daxuyanî li Peymangeha Viyan Amara ya navçeya Ehdasê ya li Şehbayê bi tevlîbûna xwendekarên peymangehê hate dayin.  Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk, Bihar Silêman ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Dewleta tirk bi hevkariya hêzên hegemonîk li ser axa Kurdistanê dixwaze bi xeyalên xwe yên Osmanî xwe nû bikin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dagirkirî rojane sivîl bi taybet jin êrîş û êşkence li wan tê kirin. Li beramberî êrîşên dewleta tirk berxwedana gelan zindî dimîne. Hemleya Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi navê "Dem dema azadiyê ye" polîtîkayên dewletên faşîst ên li dijî kurdan, bi bin xist. Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û li dijî binpêkirinên mafê girtiyan, girtiyên siyasî xeta berxwedanê li dijî van siyasetan hilbijartin û siyasetên wan vala derxistin. Weke Tevgera Xwendekarên Demokratîk û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Herêma Efrîn em ê xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya di zindanan de hatiye destpêkirin, derkevin. Em ê li her qadan bin û teqez serkeftinê mîsoger bikin.”   Daxuyanî bi dirûşma"Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.