Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê didome 2020-12-31 12:41:07   MEXMÛR - Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê ji bo piştgirî bidin greva birçîbûna girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dabûn destpêkirin didome.   Di 27'ê mijdarê de ji hêla girtiyan ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan li girtîgehan greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger hatibû destpêkirin. Çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 18'ê kanûnê de hat destpêkirin û du rojan carekî kom diguhere.   Çalakiya greva birçîbûnê ya ku duh ji aliyê Koma 7’emîn ve hatibû dewr girtibun û îro çalakiya xwe didomînin.