Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 35'emîn de ye 2020-12-31 09:26:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên li girtîgehan dabûn destpêkirin ket roja xwe ya 35'emîn.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku koma 7'an dewr girt di roja 35'an de didome.    Girtiyên çalakiya greva birçîbûnê didomînin gotin:"Daxwazên me hiqûqî û mirovî ne. Divê demildest daxwazên me bên qebûlkirin. Ji tiştên neyînî yên li girtîgehan biqewimin rayedar berpirs in."