Girtî Rojbîn Yakut: Heta daxwazên me qebûl bikin wê çalakî bidome 2020-12-31 09:06:38   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin koma 7'emîn dewr girt. Rojbîn Yakut a gîrtî ku bi rêya malbata xwe agahî da destnîşan kir ku pêdiviyên ji bo grevê nadin wan û got ku li gel hemû astengiyan heta daxwazên wan bên bicihanîn ew ê çalakiya xwe bidomînin.   Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê ji aliyê girtiyên PKK'yî û PAJK'ê ve li dijî binpêkirina mafên girtiyan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdarê de greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hat destpêkirin. Her ji 5 rojan carekê komek çalakiyê dewr digire. Girtî bi rêya telefonê xwe digihînin malbatên xwe û peyamên xwe ji raya giştî re radigihînin. Yek ji wan girtiyên ku ketiye grevê jî Rojbîn Yakût a li Girtîgeha Hejmar 3  a Tîpa T a Bunyana Kayseriyê ye. Rojbînê bi rêya telefonê xwe gihand malbata xwe axivî û peyama hestiyarî û xwedîderketinê da.   Rojbînê di sala 2015’an de li Serêkaniyê hat girtin. Nêzî salekê li girtigeha Rihayê ma. Ji wir jî sirgûnê girtigeha Tarsûsê kirin. Lê bele piştî sal û nîvekê dîsa ji vir jî sirgûnî girtigeha Bunyan a Kayseriyê kirin. Binpêkirina mafên girtiyan a li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê jî berdewam dike. Rojbîn di nava 5 salan de 3 caran tevlî çalakiya grevên birçîbûnê bûye. Niha jî bi destpêkirina çalakiya 27’ê Mijdarê re, di koma yekem de cih girt.   ‘Mafên me yên bingehîn tên binpêkirin’   Rojbînê di axaftina bi telefonê ku bi malbata xwe re kir de destpê bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û li ser binpêkirina mafan a li girtîgehan û wiha got: “Armanca greva me ya sereke rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan e. Em dixwazin tecrîda li ser Serokatî ji holê bê rakirin û li gel vê tecrîda li ser girtiyan jî bila rabe.  Her wiha binpêkirina mafên girtiyan ên wekî şewitandina înfazan, cezayê dîsîplînê û astengiya hevdîtina bi malbatan jî ku tên kirin divê ji holê bên rakirin.  Bi cezayên dîsîplînê infaza çend hevalên me hatin şewitandin û hatin dirêjkirin. Hevalên me yên ku divê mehek berê derketina, dibêjin sala pêşiya me wê derkevin.  Ji xeynî van pirsgirêka herî mezin nedayîna pirtûkan û rojnameyan e. Bi taybetî jî rojnameya Xwebûn, Yenî Yaşamê nadin me. Rojnameya Evrenselê jî nadin. Bi vî awayî mafê me yê agahîgirtinê asteng dikin. Di televîzyonê de jî pirsgirêkên kanalan derdixin. Ligel cezayên dîsîplînê gelek cezayên bi vî awayî dibirin. Li şûna sedemên pûç û vala û neheqiyê, girtîname tê girtin. Ev pirsgirêkên me yên rojane ne. Gava em li dijî van pirsgirêkan serlêdanê jî dikin  bersîv nayê dayin. Di encamê de em mafdar in lê wan wan tiştan li me rewa dibînin.”   ‘Em hemû girtî di bin tecrîdek de nin’   Rojbîn diyar kir ku pirtûk û rojname nayê dayîn û axaftina xwe re wiha berdewam kir: “Dîsa ez dixwazim li ser mijara pirtûkan bisekinim. Piraniya pirtûkên ku ji me re tên jixwe yên destê duduyan e. Lê bi hinceta binê wan xêz kiriye nayê dayîn. Her wiha pirtûkên ku ji girtigehên din tên jî nayên dayîn. Jixwe pirtûk li girtigehên din hatine desteser kirin lê dîsa li vir jî tên desteserkirin bi şûnde tê şandin. Her wiha kotaya pirtûkan 10’e, ew jî têra me nake. Ji ber ku em giş wextên xwe bi xwendinê derbas dikin. Pirtûkên li gorî xwe dixin pirtûkxaneyan û dibêjin wan bixwînin. Lê em dixwazin pirtûkên xwe bixwînin. Em wan pirsgirêkan hertim tînin ziman. Ne tenê ji bo vê girtigehê di hemû girtîgehan de ev tişt heye. Jixwe em  hemû girtî di bin tecrîdekê de ne û ji civakê îzole ne. Qene em pirtûkan bikaribin bixwînin lê ew daxwaza me şûna ku bînin bichanîn  tê astengkirin.”   ‘Karbonat, şekir, xwê bi awayekî rêkupêk nayê dayîn’   Rojbîn destnîşan kir ku bi awayekî rêkupêk karbonat, şekir û xwê nadin wan û wiha pêde çû: “Grevên birçîbûnê de niha ji aliyê rêveberiyan de arasteyîbûnek nîne. Lê karbonat nadin me. Di encamê de em bi rojan birçî dimînin û bi vî awayî di laşe me de gengaze ku birînan derkevin. Soda jî nadin. Car caran ku bidin jî pir kêm didin. Wekî her roj bi awayekî  rêkûpêk bidin nîne.Rojek heye rojek tune. Koma pêncemîn ku dewir girtibûn, ji bo wan rewşa derengî pêk hatibû. Ango ava bi şeker, bi xwê di çi rewşê de ye em jî nizanin. Di heman demê de faaliyetên me yên derve wekî spor û aktîvîteyên fizîkî jî bi sînor kirine. Daxwazên me ne daxwazên ku nayên qebûl kirinin. Di encamê de li girtîgehan de em hemû ji civakê tênîzolekirin. Li gorî ragihandinên rêveberiyê li vir kesên ku bi koronayê ketine nînin. Em jî tam nizanin rewşa rastî çi ye. Ji ber ku car caran agahiyên girtiyên ku bi vîrûsê ketine tên.  Tevî van yekan destûr nayê dayîn ku em biçin faaliyetên derve li hewadariyê pêk bînin. Yên ku derkevin jî ji pêvajoya karantînayê derbas dibin.”   ‘Heta daxwazên me qebûl nekin wê çalakiya me bidome’   Rojbînê di rêya malbata xwe ragihand ku nahêlin bi qawîşên din re bên lgel hev û ev tişt anî ziman: “Her ku diçe binpêkirina mafên me zêde dibe. Dîsa jî ji aliyê malzemeyên paqijiyê de û hîjyenê de daxwazên me nayên bicîh anîn. Di girtîgehan de di aliyê tevdîran de pir kêmasî hene. Daxwazên me daxwazên ku tên zanînin. Heta ku daxwazên me neyên qebûlkirin wê çalakiya me bidome.”