'Bi destê civak û malbatê hewl tê dayîn ser tundiyê bê girtin' 2020-12-31 09:04:11   WAN - Yek ji bajarên ku herî zêde jin lê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest din li Wanê 13 jin hatin qetilkirin. Rojbîn Bor diyar kir ku wan derbarê mirina bi gûman a jinan de lêpirsîn dane destpêkirin û wiha got, "Ji ber ku tundiya li jinê tê kirin bi destê civak, malbatê hewl tê dayîn ser wê bê girtin."   Di demeke ku sala 2020'î bi dawî dibe, tundiya ku li jinan tê kirin sedema wê nayê aşkerakirin. Li dijî vê tundiyê jin her roj têkoşîna xwe mezintir dikin. Jinan di çarçoveya vê têkoşîna xwe de herî dawî bi dirûşma "Bila xewa we bireve" dest bi teşîrkirina mêrên ku wan tacîz dikin kir. Di sala 2020'î de ku polîtîkayên bêcezahiştinê di lutkeyê de ne. Lê yek ji bajarên ku herî zêde jin bi awayê "bi gûman" jiyana xwe lê ji dest didin jî Wan e.   Endama Komeleya Star Rojbîn Bor derabarê kuştina jinan ku wekî "mirina bi gûman" derbasî qeydan tê kirin a li Wanê di nava salekê de pêk hat nirxandin kir.    'Me toreke piştevaniyê ya mezin ava kir'   Rojbînê diyar kir ku bi belavbûna Korona (Covîd -19) re piştî ku kes di malan de hatin hepskirin tunîya li jinan tê kirin zêdetir bû û got, "Bi qasî derfetên me destûr dan em li malan geriyan û çûn serdana jinan. JI bilî vê jî jinên ku bi rêya telefonê serî li me didan û yên ku li ser medya civakî xwe digîhandin me jî hebûn. Bi derfetên kêm jî be me bi jinan re tora piştevaniyê ava kir."   'Me hîna nedîtiye ku erkdarên dewletê ceza xwarine'   Rojbînê anî ziman ku tundî piştî pakêta nûh a darazê zêdetir bû, mêrên ku ji girtîgehan derketin tundiya xwe ya li jinan berdewam kirin û jinên ku parastina xwe kirin jî hatin cezakrin. Rojbînê wiha dirêjî da axaftina xwe, "Bi cezakirina kesên ku tundî li wan hat kirin re ji civakê re peyama kesên ku tundiyê asteng bikin wê bên cezakirin hat dayîn. Musa Orhan bû sedem ku Îpek Er întîhar bike. Musa Orhan peyama ku dewletê li pişt wî ye da me.  Musa Orhan bi gotina xwe ya ku ji Îpekê re got 'tu serî li ku didî bide2 ev aşkere kir.  Me hîna nedîtiye ku erkdarekî dewletê yên tundî kiriye hatiye cezakirin."   'Derbarê mirina bi gûman de lêkolîn nayê kirin'    Rojbînê destnîşan kir ku li herêmê kuştina jinan a di bin navê mirina bi gûman de zêde ye û ev tişt got, "Em dizanin ku kuştina jinan polîtîk e. Em dizanin ku tu întîhar ne tesaduf e û her întîharek mirineke bi  gûman e. Ji ber ku tundiya li jinê tê kirin bi destê civak, malbatê tê xwestin ser wê bê girtin. Herwiha derbarê mirina bi gûman de jî lêkolîn nayê kirin. Ji ber vê jî mirina bi gûman li herêmê zêde ye. "   'Me di her şert û mercan de piştevanî zêde kir'   Rojbînê diyar kir ku bi tundiya zêde dibe re têkoşîna jinan jî zêde bûye, beriya her kuştineke jinan û piştî kuştinê ew jin li qadan çalakiyan dikin, lê ji ber 'qedexeyên walîtiyan' ew nikarin bi qasî ku dixwazin li qadan çalakiyan li dar bixin û rewşê şermezar bikin. Rojbînê wiha dawî li axaftina xwe anî, "Me ji têkoşîna xwe gav paşve ne avêt. Me di hemû şert û mercan de bi hev re têkoşîna xwe berdewam kir. Wê jinek jî tenê nemîne."