'Leyla Guven ji jinên cîhanê re hêvî ye' 2020-12-31 09:02:15   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir têkildarî girtina Leyla Guven û binpêkirina mafên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got:"Divê dewleta tirk ji ber kiryarên xwe yên dijmirovî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were darizandin. Her wiha divê hesabê girtina Leyla Guven ji dewleta tirk bê pirsîn."   Binpêkirina mafên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçin ên nû lê zêde dibin. Li Bakurê Kurdistanê jî her roj dîsa binpêkirina mafan tên rojevê û li siyasetmedaran, kesên ku di qadan de çalak bin tên birîn. Dewleta tirk li dijî mafê siyasetê yê Leyla Guven 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Têkildarî mijarê Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir axivî.    'Leyla Guven ji jinên cîhanê re hêvî ye'    Gulîxanê da xuyakirin ku Leyla Guven dikarîbû bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê de zextê li dewleta tirk bike ku, hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re were kirin û wiha dom kir: "Leyla Guven bi gireva birçîbûnê  ku di 2018'an de dabû destpêkirin, bersiveke herî tûj da  faşîzmê. Dewleta tirk hebûna Leyla Guven li ser desthilatdariya xwe wekî metirsiyekê dibîne. Leyla Guven ji jinên cîhanê re wekî çirûsk û hêviyekê ye. Girtina Leyla meşê ranawestîne, dirêjtir û geştir dike."   'Têkoşîna girtiyan têkoşîna me ye'    Gulîxanê bal kişand ser têkoşîna girtiyan û wiha dirêjî da gotina xwe: "Her girtiyek zindanê, girtîgehê vediguherîne dibistana berxwedanê. Pêwîst e ku dewleta tirk zindana Îmraliyê baş bixwîne, wê demê dê nas bike ku girtina Leyla Guven jî wê çi encamê bi xwe re bîne. Girtiyên azadiyê û jinên berxwedêr girtîgehan vediguherînin dibistana têkoşînê û belavbûna ramanên azadiyê. Her wiha girtîgeh ji bo azadiya jinê, guhertina hişmendiya civakê û hilweşandina pergalên desthilatdariyê dibe dibistanek pir xurt. Têkoşîna girtiyan têkoşîna me ye."   'Kiryar û binpêkirin zêde dibin'   Gulîxanê da zanîn ku kiryar û binpêkirin her diçin zêdetir dibin û wiha pêde çû: "Osmanî û îro jî neviyê wê dewleta tirk û çeteyên wê, qetilkirina jinê ji xwe ere wekî maf dibînin. Lê di rastiyê de eger tirsa wan ji jinê tuneba û pê bawer nedikirin ku ew hêza dînamîk a guhertin û veguhertina civakê ne,  bi rê û rêbazên herî hov qetil nedikirin. Nahêlin jin siyasetê bikin. Leyla Guven mafê wê bû ku siyasetê bike lê belê ew mafê wê yê siyasetê ji destên wê hatiye girtin. Ji Bakurê Kurdistanê heya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin tên tecawîzkirin. Tevî hebûna gelek belgeyên ku van kiryaran û binpêkirinan teqez dike, lê tu helwestek ji aliyê civaka navdewletî û NY'yê ve nayê nîşandan."   'Daxuyanî li ser qaxizê ma'   Gulîxanê daxuyaniya ku ji aliyê NY'ê ve derbarê binpêkirinên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de tê kirin bi bîr xist û got ku ev daxuyanî tenê li ser kaxizê ma û got: "Daxuyaniya têkildarî binpêkirina mafan hat dayin tenê li ser qaxizê ma. Lê belê pêwîstî pê heye ku sûcdar werin darizandin û lêpirsînkirin. Bêdengî û çavgirtina ji bo kiryarên li herêmên dagirkirî ya ji aliyê dewleta tirk ve, rê li ber sûcên pir mezin vedike."   'Divê dewleta tirk bê darizandin'   Gulîxanê da zanîn ku pêwîstî pê heye ku sûcdarên kiryarên derheqê jinê de pêk tînin werin darizandin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Di rewşên normal de eger kesek sûcekî bike, tê cezakirin. Lê dewleta tirk ne li hember kesek ango bajarekî li hember mirovahiyê, dîrok û şaristaniya herêmê, siyasetmedar û koçberkirina bi hezaran mirov sûcên pir giran kiriye, lewra pêwîstiya wê bi dadgeheke navneteweyî heye. Divê li hember kiryar û binpêkirinên dewleta tirk pêk tîne, dadgeheke navneteweyî bê avakirin da ku dewleta tirk bê darizandin."