ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2020'Î 2020-12-31 09:00:00   * Jinên ku di sazî û rêxistinên jinan de dixebitin bal kişandin ser sala 2021'an û gotin: "Sala 2020'an ji bo jinan salek dijwar bû. Ligel dijwarbûnê me têkoşîna xwe bê navber domand. Ji bo me sala 2021'an dê bibe sala berxwedanê." BI DÎMEN    *Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir têkildarî girtina Leyla Guven û binpêkirina mafên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got:"Divê dewleta tirk ji ber kiryarên xwe yên dijmirovî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were darizandin. Her wiha divê hesabê girtina Leyla Guven ji dewleta tirk bê pirsîn." DÎMEN HEYE   *Berdevka TJA’ê Ayşe Gokkan diyar kir ku sala 2020'î bû sala berxwedana jinên kurd û wiha got: “Ev salê jinên kurd rûyê dagirkeriyê aşkere kirin. Dewlet bi hemû alavên xwe yên şer li ser jinan şerekî topyekûn da destpêkirin. Jinên kurd jî li hemberê van bi seknekê têkoşêr bersîva li dijî wan êrîşan da.” BI DÎMEN    *Yek ji bajarên ku herî zêde jin lê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest din li Wanê 13 jin hatin qetilkirin. Rojbîn Bor diyar kir ku wan derbarê mirina bi gûman a jinan de lêpirsîn dane destpêkirin û wiha got, "Ji ber ku tundiya li jinê tê kirin bi destê civak, malbatê hewl tê dayîn ser wê bê girtin."   *Dayikên pakrewanên azadiyê yên Kantona Efrînê di derbarê sala nû de hêvî û daxwazên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Em di sala nû de hêviyên xwe nû dikin û daxwaz dikin ku em vegerin ser axa xwe, her wiha ev koçberî bi dawî bibe." DÎMEN HEYE   *Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin koma 7'emîn dewr girt. Rojbîn Yakut a gîrtî ku bi rêya malbata xwe agahî da destnîşan kir ku pêdiviyên ji bo grevê nadin wan û got ku li gel hemû astengiyan heta daxwazên wan bên bicihanîn ew ê çalakiya xwe bidomînin. DÎMEN HEYE   *Endama Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Riham Hesen diyar kir ku hewl dan ku îsal xwe bighînin hemû jinên êzidî û got: "Em dixwazin bi xebat û rêxistinbûna xwe bighînin hemû jinên êzidî û birînên ku vebûne bi hev re bipêçin." BI DÎMEN    *Endama PYD'ê ya Kantona Kobanê Leyla Ehmed, derbarê xwepêşandan û geşedanên li Başurê Kurdistanê de nirxandin kir û ev tişt got:"Li Başûrê Kurdistanê rewşeke xerab tê jiyîn. Pêwîst e hukumeta Başûrê Kurdistanê li gor berjewendiya gel tev bigere û xwe bi rê ve bibe." DÎMEN HEYE   * Dayikên Aştiyê bi dirûşmeya “Aştî” ked û bedelên giran dan. Lewra yek ji kurdên ku herî zêde ji aliyê dewletê ve rastî çewisandin û tundiyê hatine ji ew in. Piştî ku dayika Hediyeyê 3 zarokên xwe di nava têkoşîna azadiya kurd e windakir bû şopdara têkoşîna zarokên xwe û her kêliyên jiyana wê bi berxwedanê derbas bû. BI DÎMEN   *Derbarê girtina Leyla Guven de ew ê rewşenbîr li Şehbayê daxuyaniyê bidin. (11.30)   *Têkildarî grevên birçîbûnê de ew ê xwendekar li Şehbayê daxuyaniyê bidin. (12.00)   *Li Helebê ew ê rewşenbîr bi munasebeta sersalê diyariyan li zarokan belav bikin. (13.00)   *Dayikèn Aştiyê, rêxistina HDP'ê ya navçeyan û bajêr li Nisêbînê wê biçin şîna Dayika Aştiyê  Hediye Ozalp. (14.00)   * MEBYA-DER li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê, dê rapora xwe ya salane ji raya giştî re ragihîne.(12:00)