Yekîtiya Jinên Ciwan tecrîd şermezar kirin 2020-12-30 19:39:11   ŞEHBA - Yekîtiya Jinên Ciwan a navçeya Şêrewa bi meşekê piştgiriya girtiyên siyasî yên di gireva birçîbûnê de kirin û tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên PDK'ê li ser qadên parastina medyayê şermezar kirin.    Yekîtiya Jinên Ciwan a navçeya Şêrewa ya Efrînê bi meşekê girseyî bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye"piştgiriya girtiyên siyasî yên di gireva birçûbûnê de kirin û tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên PDK'ê li ser qadên parastina medyayê şermezar kirin. Meclîs, Rêxistina Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Ciwan û şêniyên navçeya Şêrewa tevlî  meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Yekîtiya Jinên Ciwan û pankartên bi nivîsa "Em ê teqez bi ser bikevin" û "Kurdistan ji faşîzmê re wê bibe goristan" hatibû hildan. Meş ji gundê Mezin destpêkir.    Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a navçeya Şêrewa Nûra Hesen ve hate xwendin. 'Em piştgiriya berxwedana zîndanan dikin'   Ciwanan di daxuyaniyê de berxwedana girtiyan silav kirin û tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Armanca partiya AKP-MHP'ê ewe ku bi serkeşiya Erdogan li Rojhilata Navîn xeyalên osmaniyan ji nû de nûjen bikin. Di roja me ya îro de faşîzma AKP'ê û desthilatdariya wê bi rêya mala Barzaniyan dixwazin komploya xwe yê şerê Zapê, nivî maye bi êrîşkirina qadên parastina medyayê bi encam bikin. Lê divê neyê ji bîr kirin ku dewleta tirk li Zapê winda kir. Her wiha girtiyên siyasî bi armanca şikandina tecrîda girankirî yê li ser Rêber Apo dest bi gireva birçîbûnê kirin û em çalakiya wan silav dikin. Em wek şêniyên Efrînê berxwedana ku li zîndanan tê meşandin pişgiriya wan dikin û heta tecrîd neyê şikandin em ê li qada bin. Dewleta tirk a dagirker ji hêza jinê ditirse, ji bo wê bi riya îşkence, tecawiz û girtinan dixwaze îradeya jina azad tune bike. Bi girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dixwaze pêşî li fikir û berxwedana jina azad bigire. Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan soz didin ku em ê xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin."   Meş bi dirûşma"Bijî Serok Apo" bi dawî bû.