7 jinên ku li dijî kuştina jinan derketin hatin binçavkirin 2020-12-30 16:29:44     ENQERE - Meclîsa Jinan li dijî kuştina jinan xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê lê ji hêla polîsan bi êrişê re rûbirû man. Di çalakiyê de 7 jin hatin binçavkirin.    Duh Aylîn Sozer, Selda Taş û Vesîle Donmez ji hêla mêran ve hatin kuştin. Li dijî kuştina jinan endamên Meclîsa Jinan li ber Şaredariya Çankaya Enqerê xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan êrişê çalakiyê kirin.    Di çalakiyê de 7 jin bi şîdeta polîsan re rûbirû man û hatin binçavkirin. Rojnamegerên ku xwestin dîmen bigirîn ji qadê hatin bi dûrxistin.    Jinan bi dirûşma “Qanûnê pratîze bikin ku bila jin bijîn" êrişa polîsan şermezar kirin.