Dayikên Aştiyê ji bo Leyla Guven daxuyanî dan 2020-12-30 16:08:54   ÊLIH - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Êlihê girtina Leyla Guven şermezar kirin û xwestin daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bên pejirandin.    Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Êlihê bi boneya girtina Hevseroka Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven şermezar bikin û balê bikişînin ser daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ne li avahiya xwe daxuyanî dan. Endama Meclîsê Muhlîse Kinay li ser navê dayikan axivî.   Muhlîse, destnîşan kir ku ew girtina Leyla Guven şermezar dikin û got: “Ev tirs û xofa siyasî ye. Darbe li vîna gel dixin. Em ê li ber darbeyê serê xwe netewînin û paş de gav neavêjin. Em li cem Leyla Guven cih digirin. Îqtîdar dixwaze pêşî li siyaseta kurdî bigire û xwest Leyla Guven demildest were berdan. Heke ji siyaseta kurdî natirsin, bila siyasetmedarên girtî berdin. Em dixwazin di nava aştî û aramiyek demokratîk de bijîn.”    Muhlîse bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdê û binpêkirina mafan dane destpêkirin û got: “Hêj ku cenaze ji zîndanan derneketine, divê daxwazên girtiyan werin pejirandin. Em dibêjin daxwazên wan daxwazên me ne û em li cem wan cih digirin. Em dixwazin her kes bi hestiyarî ji bo girtiyan tevbigere.”