'Divê bê şert û merc biryarên DMME’yê bên bicihanîn' 2020-12-30 15:38:48   AMED - Şaxa OHD’ê ya Amedê, diyar kir ku divê bê şert û merc biryarên DMME’yê bên bicihanîn û xwest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, derbarê tecrîd û çalakiyên gireva birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dikin de, li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê, daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek nûnerên rêxistinên civaka sîvîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa OHD’ê yê Amedê Mûharrem Şahîn daxuyanî xwend.    'Pandemî ji xwe re kirin hincet'   Mûharrem, diyar kir ku li Tirkiyeyê, ji bo ku qanûn û hiqûq bên bicihanîn, mirov dikevin greva  birçîbûnê û wiha axivî: “Sedema grevên birçîbûnê yên dewam dikin, polîtîkayên tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din, dewam dikeye. Li gorî danayên heyî û raporên Rêxistinên Civaka Sîvîl, di girtîgehan de, li şûna bi cih anîna bergiriyên pandemiyê, pandemî ji xwe re kirin hincet û girtîgeh xistin bin tecrîd girankirî.”   'Ev daxwaz, daxwaza rakirin tecrîdê ye'   Mûharrem, da zanîn ku tekane daxwazeke çalakiyên greva birçîbûnê heye û wiha pê de çû: “Ev daxwaz, daxwaza rakirin tecrîdê ye. Ger ev daxwaz neyê pêşwazîkirin, ji encama di girtîgehan de derbikeve holê desthilatdarî berpirsiyar e. Ji ber vê, divê di serî de Wezareta Dadê û hemû saziyên peywendîdar tavilê bikevin nava tevgerê û gavek şênber bavêjin.”   'Divê bê şert û merc biryarên DMME’yê bên bicihanîn'   Mûharrem, bertek nîşanî ne qebûlkirina biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û wiha got: “Divê bê şert û merc biryarên DMME’yê bên bicihanîn. Qanûn û hemû biryarên dadgehan her kesî eleqedar dike. Divê desthilatdarî, bi nêzîkatiyên keyfî, hiqûq û qanûnan bêfonksiyon neke. Pêwîst e ku politikaya tecrîdê ya li Îmraliyê dewam dike bi dawî bibe. Lazim e ku hemû mafên Birêz Ocalan û girtiyên din ji wan bên dayîn. Hiqûq ne ligorî desthilatdariyê ye, mecburî ye. Hemû kes neçar e  ku li gorî hiqûqê tev bigere.”   'Divê mafên azadiyê bên esasgirtin'   Mûharrem, xwest berî ku pirsgireke cîdî ya tenduristiyê rû bide, hiqûq bê bicihanîn û ev bang li raya giştî kir: “Di vê pirsgirêkê de, divê mafên bingehîn û azadiyê bên esasgirtin. Li ser vî esasî divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Ji bo çareserkirina vê rewşê em bang li Wezareta Dadê û raya giştî dikin ku bi hestiyar tevbigerin.”   Daxuyanî bi dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û lêxistina çepikan bi dawî bû.